Yuksekdag wê hîn jî dîlgirtî bimîne
Di rûniştina doza darizandina Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de bi îdîaya "Gumana xurt a sûc" biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Di rûniştina doza darizandina Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de bi îdîaya "Gumana xurt a sûc" biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Rûniştina 8. a doza darizandina Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag li 16. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat.
Yuksekdag bi hincet tevlî rûniştina li Salona Kampûsa Girtîgeha Sîncanê nebû.
Heyeta dadgehê bi hinceta "gumana xurt a sûc" biryar da ku Yuksekdag girtî bimîne. Rûniştin ji bo 16'ê Çileya 2019'an hate taloqkirin.