Yuksekdag, Tûncel û Tûglûk parêzer Elçî bi bîr anîn

Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel û Aysel Tûglûk bi peyamekê Tahîr Elçî bi bîr anîn û gotin, "Tevî ku 2 sal di ser re derbas bûye jî, cînayeta li pêş kamerayan hate kirin nayê ronîkirin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel û Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk ji girtîgehê peyamek weşandin û Tahîr Elçî bi bîr anîn.

'BÛ DENGÊ GELÊ KURD Û BINDESTAN'

Di peyama hevpar de Elçî bi rêzdarî hate bîranîn û bal hate kişandin ser têkoşîna wî ya ji bo ronîkirina kuştinên kiryar nediyar û hewldanên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd.

Di peyamê de hat destnîşankirin ku Elçî bû dengê gelê Kurd, hemû bindset û mazlûman û hat gotin, "Ew li dijî polîtîkayên şer û talankirina xweza û qadên jiyanê derket. Faşîstên nîjadperest ên ji vê aciz bûn, Tahîr Elçî li ber Minareya Çar Ling a dîrokî di dema daxuyaniya çapemeniyê de kuştin."

'CÎNAYETA KU LI PÊŞ KAMERAYAN HATE KIRIN NAYÊ RONÎKIRIN'

Di dewama peyamê de hat bi bîr xistin ku 2 sal di ser cînayetê re derbas bûye û tevî ku cînayet li pêş kamerayan hate kirin jî nayê ronîkirin.

Yuksekdag, Tûncel û Tûglûk dan xuyakirin ku ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd, polîtîkaya 'bêcezahiştinê' rê li ber rûdana bûyerên nû yên kuştinê vedike û bi bîr xistin ku di sala dawî de bi dehan zarok û jin bi panzeran hatin kuştin, ku ti ji berpirsyaran nehatine darizandin.

Di dawiya peyamê de hat gotin, "Ji ber salvegera mirina Tahîr Elçî em careke din wî bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Tahîr Elçî wijdanê hemû bindestan, wijdanê me hemûyan e.

Em xwedî li mîrateya têkoşîna aştî, edalet, maf û azadiyê ya Tahîr Elçî dedikevin û soz didin ku heta cînayet bê ronîkirin, berpirsyar bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn, têkoşîna me wê bidome.

Me Tahîr Elçî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û hesab ji kujeran bipirsin."