Yuksekdag: Tecîda li ser Ocalan siyaseta li Tirkiyeyê serûbin kir

Yuksekdag diyar kir, tecrîda li ser Ocalan siyaseta li Tirkiyeyê serûbin kiriye û destnîşan kir, desthilatdariya siyasî ya tecrîd xist dewrê, pêşî li kaosê vekir.

Yuksekdag diyar kir, tecrîda li ser Ocalan siyaseta li Tirkiyeyê serûbin kiriye û destnîşan kir, desthilatdariya siyasî ya tecrîd xist dewrê, pêşî li kaosê vekir.

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji ANF'ê re axivî û da zanîn, tecrîda li ser Ocalan ji konsepta şer a AKP'ê ne cudatir e.

Yuksekdag bal kişand ser tecrîda şidandî ya saleke li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û destnîşan kir, ku bi temaşekirina li rewşa welêt re bi hêsanî dikare were fêmkirin bê ev tecrîd tê çi wateyê. Yuksekdag got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan ne tenê meseleyeke tecrîdê ya li ser girtiyekî siyasî ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan destwerdaneke ku siyaseta Tirkiyeyê ser û bin dike, ye."

Yuksekdag işaret bi têkiliya tecrîdê bi konsepta şer a AKP'ê û destnîaş kir, beriya salekê bi şidandina tecrîdê re pêşî li kaosê hatiey vekirin.

'TECRÎD BIDOME, KAOS NAQEDE'

Yuksekdag, di 5'ê Nîsana 2015'an de li derve hiştina Ocalan û qedandina pêvajoya çareseriyê di nava siyaseta Tirkiyeyê de rê li ber şikestinekê vekiriye û got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan tê wateya zêdekirina şer, neçareserî û pêkanînên antî demokratîk. Tê wateya jêstendina destketiyên demokratîk."

Hevseroka HDP'ê destnîşan kir ku heta tecrîd bidome wê kaos jî neqede û anî ziman, ew tecrîda li ser Ocalan weke pirsgirêkeke siaysî dibîne û ji bo rakirina tecrîdê vegera li maseya çareseriyê gelekî girîng e.

Yuksekdag diyar kir, ji 5'ê Nîsanê û vir ve bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest dane û got, "Her yek ji van mirinan encama qelibandina maseya çareseriyê ye. Lewma ji bo bidawîbûna vî şerî, van mirinan, divê derhal tecrîd were rakirin û maseya muzakereyê ya ji bo aştiya mayînde bê amadekirin."