Yuksekdag: Tê xwestin HDP li derveyî siyasetê bê hiştin
"Em hemû hevrêyên xwe yên li Cizîr, Farqîn, Pirsûs û li her devera têkoşîna azadiyê şehîd ketine, ji vê derê silav dikin. Em têkoşîna wan careke din silav dikin."
"Em hemû hevrêyên xwe yên li Cizîr, Farqîn, Pirsûs û li her devera têkoşîna azadiyê şehîd ketine, ji vê derê silav dikin. Em têkoşîna wan careke din silav dikin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di axaftina xwe ya li 2. Kongreya Asayî ya HDP'ê de diyar kir ku tê xwestin HDP li derveyî siyasetê bê hiştin û destnîşan kir ku li cihê lê zilm û destpotîzm hebe li wir berxwedan jî heye.
Piştî axaftina vekirinê ya 2. Kongreya Asayî ya HDP'ê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag mafê axaftinê wergirt.
'SILAV JI CIZÎR, FARQÎN Û PIRSÛSÊ RE'
Yuksekdag da xuyakirin, ku ji bo mezinkirina hêvî û pêşerojê ew li hev kom bûne û got, "Me her tim baweriya xwe bi destpêkên nû re anîn. Me ji hêza destpêkên nû bawer kirin. Ji ber ku beriya her tiştî me ji hêviyê bawer kir."
Yuksekdag bal kişand ser berdêlên giran ên wan di demên dawî de dane û got, "Em hemû hevrêyên xwe yên li Cizîr, Farqîn, Pirsûs û li her devera têkoşîna azadiyê şehîd ketine, ji vê derê silav dikin. Em têkoşîna wan careke din silav dikin."
Yuksekdag diyarkir ku tê xwestin HDP li derveyî siyasetê bê hiştin û destnîşan kir ku li cihê lê zilm û destpotîzm hebe li wir berxwedan jî heye. Yuksekdag wiha got: "Ev qedera me nîne. Ev modela rêveberiyê qeder nîne. Ji bo gelê Tirk nebe dîlên despotîzmê em li ber xwe didin. Tirkiyeyê kirin girtîgeh. Yên ku li derveye vê girtîgehê man rastî êrîşan, lîncan hatin."
'JI 7'Ê HEZÎRANÊ VE YE DIXWAZIN PIRA HDP'Ê XERA BIKIN'
Yuksekdag da zanîn ku heya niha li hemberî wan gelek bend, astengî hatine danîn û wiha pê de çû: "Lê li hemberî berxwedana gel û helwesta me ne bend man û ne jî asteng. Mîsyona HDP'ê ya heri mezin li hemberê siyaseta cûdaxwaz, siyaseta yekitiyê ye. Me di 7'ê Heziranê de pira yekitiyê ava kir. Ev pir ewqas bi hêz e ku ji 7'ê Hezîranê heya niha dixwazin vê pirê hilweşinin lê nikarin. HDP û ev pira yekitiyê li ser xwe ye. Dibe ku ji nav me bi sedan hevalên me û birayên me veqetandin. Em êşa tinekirinê dijîn. Lê em dizanin ku êdî berpirsiyariya me hîn zedetir bûye. Ev proje li hemberê hemû politikayê tunekirinê bi inad jiya de bijî, dê biserkeve."
Yuksekdag destnîşan kir ku pêwistiya mezinbûna HDP'ê pêwîstiya hemû civakê ye û wiha domand: "Divê siyaset xwe û civakê ji nû ve saz bike. Lê siyaseta serdest hemû hêza xwe ji bo hilweşînê pêk tîne. Ji bo destketiyên kurdan têk bibe vê enerjiyê pêk tîne. Ji bo neyartiya di nav gelan de vê enerjiyê pêk tîne. Em bi desthilatdariyeke hildiweşîne re rû bi rû ne. Bi daxwaza Eleweyan re tekildar nînin. Bi daxwazên jinan re, bi daxwazê kurdan ku bi neynokên xwe avakirine re eleqeder nabin û nabihizin ka çi dixwazin. Li gel vê axaftin sûc, akademîsyen sûcdar in. Axaftin weki gunehek tê pejirandin. Parlamento û siyaset di bin vesayeta Sarayê de ye."
'BERXWEDAN MAF E, REWA YE, BERPIRSYARÎ YE'
Yuksekdag ragihand ku di nav van şert û mercan de jin, civan, civak û HDP ne pêkan e ku bibe temaşevan û wiha got: "Di van şertan de berxwadan, rewa ye, maf e û berpirsyarî ye. Me jî li berxweda em ê li ber xwe bidin." Yuksekdag anî ziman ku ew di rêbazên xwe re rastiyê tînin ziman û wekî rêbazek bi kar tînin û got ku dê hêza jiyanek nû bi gotinên ava bikin. Yuksekdag, balkişand ser jiyana nû û got ku dê zimanek nû bi kar binin.
'EM NEÇARÎ MODELA QESRÊ NÎNIN'
Yuksekdag destnîşan kir ku divê êdî rêbazên nû pêk binin û wiha lê zêde kir: "Li Sûr, Cizir u Silopiyê rêbaza gotina me ya nû heye. Emê komerek demokratik ava bikin. Dê di komara me ya demokratik de cudatî tunebe, redkarî tûnebe. Dê di komara me ya demokratik de aştî, edalet hebe. Desthilatdariya îro ji nirxên gerdênê qetiyaye. Di nav Rojhilata Navîn de modela hêrî xweşik be. Em ji modela Qesrê re neçar nîn in. Modela Qesrê ya yek miroviyê ye."
Yuksekdag ragihand ku diktatoriyek li Tirkiyeyê ava bibe dê li hemû Rojhilata navîn bibe sedema hilweşinê lê li gel vê yekê komarek demokratîk bê avakirin, dê Rojhilata Navin jî demokratîk be.
'EM HÎN BI HÊZTIR TÊN'
Yuksekdag, "Em hin bi hêztir tên em ê bi hêztir bin. Yên ku dixwazin me li derveyê siyasetê bihêlin. Li her kolanek jin, zarokan qetil dikin; emê bi zanebûna ku hêza me ji yekitiya me tê hin bi hêztir bimeşînin. Belê em bi meclisên jinan tên. Em jinên ku avakarên jiyanê ne tên. Em bi enerjî û hêza ciwanan tên. Em ji riya heqiqetê yên elewiyan, em bi hêza kedkarên tên. Em bi tekoşîna hawirparêzan tên. Em bi ronahiya ku li dadê digerin tên. Em ji Geverê tên, ji Taksimê, ji Çukurovayê, em ji Konak Kadifakeleyê tên. Em ji Karadenizê, Egeyê tên."
Yuksekdag ragihand ku şerê AKP daye destpêkirin wê bi ser nekeve û wiha got: "Serketiyê şer tine ye, lê aliyê wê yên çûyî wê hebe. Ew jî AKP ye. Li hemberê tu gelê diktatoriyek bi ser neketiye. AKP û Qesr dê nebe serkeftiyê vî şerî. Emê mala gel ya aştiyê hin bi hêztir bikin. Ger ku em nikarin siberoja me îro ava bikin, de ev iktidara zalim dê siberoja me tari bike. Ez bang li hemû gelê Tirkiyeyê dikim ku ji iro ve li berxwe bidin, em bi hev re siberoja xwe îro ava bikin.
YUKSEKDAG PEYAMA OCALAN XWEND
Yuksekdag, di axaftina xwe de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî parve kir û wiha axivî: "Ez dixwazim peyamek birêz Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdek giran de ye bi we re parve bikim. Îro nikaribû peyam bişîne kongreya me. Sal û nîvek ewil, bi banga birêz Ocalan pêvajoyek dirokî re derî vebibû. Lê ji ber helwesta iktidarê ya qambax ev firsenda dirokî ji holê hate rakirin. Ez îro dixwazim ku ev pêvajo cardin bê bîranîn."
Yuksekdag pişt re jî peyama Ocalan a sala 2014'an a ji bo HDP û HDK'e xwend. Salona kongreyê jî vê peyamê bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" bersivand. Yuksekdag, li ser vê yekê banga ji nû ve destpêkerina pêvajoya çareseriyê kir û got ku ew berpirsiyariya vê yekê digrin ser xwe. Yuksekdag da zanîn gel riya vê yekê vekiriye.
Yuksekdag destnîşan kir ku komkujiyên li Kurdistanê didomin û wiha got: "Em berxwedana gel ya li hemberê vê zilmê slav dikin." Yuksekdag gotinên Cihan Karaman a ku li Cizirê hate qetil ên wekî, "Wê tîliliyên Botanê li hemberê guleyên dewletê bibe zirxekî hesin" gotinên xwe bi dawî kir.