Yuksekdag: Pergala heyî li hemberî jinan bûye rêxistina sûc!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag got, “Pergala heyî li hemberî jinan bûye rêxistina sûcan.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlementera HDP’ê ya Wanê Fîgen Yuksekdag ji girtîgeha Tîpa F’yê ya Kandirayê peyamek şand ji Konferansa Meclîsên Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan a 8’emîn re.

Peyama Yuksekdag wisa ye:

“Jin û rêhevalên hêja, bi milên têkoşîna ku mekan û sînoran nas nake ya têkoşîn û hevgirtinê em we hembêz dikin.

Kongreya Demokratîk a Gelan di 6 salên dawîn de civakeke nû ava kiriye û di vê rêwîtiyê de ji bo jinan û azadiya jinan bûye rêber. Bêguman jin pêşengiya cîhaneke din û hesret û têkoşîna jiyaneke nû dikin.

Yên ku vî tiştî qebûl nakin û fêm nakin, ew ê hilweşin. Desthilatdariya siyasî ya heyî li hemberî enerjiya jinan bêtir dibe kevneperest û dibe êrîşkar. Pergala heyî li hemberî jinan bûye rêxistina sûcan. Him xwe dirizîne û him jî jinê qetil dike…

Jin li hemberî vî tiştî wê civaka exlaqî û polîtîk ava bike. Mebesta me ev e ku, em azadkirina civakê ji jinê bidin destpêkirin. Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan ya ku moral û nirxên xwe yên polîtîk ji nirxên jinê yên ji berxwedana Rojava digire, wê ne bi tenê rêber be, ez bawer im ew ê ji bo azadiyê rêyên nû vekin. Em ê bi hev re bimeşin û em ê bi hev re vî tiştî saz bikin.

Ez ji Girtîgeha Kandirayê konferansa we bi coş û hurmet silav dikim û li hemberî bîranîn û nirxa hemû rêhevalên ku ji bo jin, jiyan û azadiyê şehîd bûne, kemberbest dibim. Bi hêviya ku em di rojên berxwedêr, şên û azad de bigihêjin hev.

Fîgen Yuksekdag

Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kandirayê/Kocaelî”