Yuksekdag: Meşrûyeta AKP’ê nemaye

Yuksekdag: Meşrûyeta AKP’ê nemaye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag da zanîn ku AKP’ê hişyariyên wan ên derbarê Kobanê de ciddî negirtiye û diyar kir ku polîtîkaya AKP’ê welat ber bi şereke navxweyî ve dibe. Yuksekdag got: “Mirov nikare bi gotinên derbekaran, pêkanînên rêveberiya rewşa awerte û qedexekirina derketina kolanan, behsa meşrûyetê bike.”

Li gel qedexeya derketina kolanan a ku ji aliyê rayedarên Tirk ve hate ragihandin, ev du roj in serhildanên Kurdan ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag berxwedana Kobanê, serhildanên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand û da zanîn ku berpirsê van bûyeran hukûmeta AKP’ê ye.

NASNAMEYA MÎTÊ LI SER WAN DERKET

Yuksekdag bal kişand ser hevkariya AKP û DAIŞ’ê û diyar kir ku li Amedê çeteyek ê DAIŞ’ê hatiye girtin, li ser wî nasnameya MÎT’ê hatiye dîtin.Yuksekdag da zanîn ku êrîşên li ser Kobanê berdewama êrîşên li ser Şengalê ne û xwestin mîna Şengalê li Kobanê jî komkujî pêk bînin. Yuksekdag got: “Ev konsepta DAIŞ’ê ji aliyê dewletên herêmê ve hate destekkirin, desteka herî xurt jî ji Tirkiyeyê girtiye.”.

'AKP’Ê GUH NEDA HIŞYARIYA KOBANÊ'

Yuksekdag polîtîkayên AKP’ê yên li herêmê û polîtîkaya wê ya li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurd weke “lîstina bi agir” nirxand û got: “Li Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çareseriyê tu pêngavek neavêt, ev ne bes bû, li derve her tiştê ku pêvajoya têxe xeteriyê kir. Mînaka vê yekê jî; Kobanê ji aliyê DAIŞ’ê ve hate dorpêçkirin û Tirkiyeyê bi awayeke aşkere destek da DAIŞ’ê.” Yuksekdag diyar kir ku çi çêbibe jî Kurdên Kobanê nikarin ji Kurdên Pirsûsê qut bibin û bi bîr xist ku partiya wan hişyariya “Kobanê bikeve wê pêvajoya çareseriyê jî bi dawî bibe” dane AKP’ê û got: “Hukûmeta AKP’ê guh neda vê hişyariyê li hemberî vê destekê da DAIŞ’ê."

Yuksekdag da zanîn ku hevdîtinên partiya wan ên bi hukûmetê re beriya sê çar rojan bi awayeke erênî berdewam dikirin û bal kişand ku di van du rojên dawiyê de aşkere bû ku hukûmet li her du aliyên sînor li pey polîtîkaya pêkanîna komkujiyan e.”

Yuksekdag destnîşan kir ku polîtîkaya AKP’ê Tirkiyeyê ber bi şereke navxweyî ve dibe Yuksekdag bersiv da daxuyaniyê Wezîrê Tirk ê Navxweyî Efkan Alayê ku gef li HDP’ê xwar û got: “Dixwazin partiya me weke hedef nîşan bidin. Ya ku barût di destê wê de û ber bi agir ve diçe hukûmet bi xwe ye.”

'TIŞTA DIVÊ BÊ KIRIN VEKIRINA KORÎDORA ALÎKARIYA MIROVÎ YE'

Yukeskdag da zanîn ku gel li hemberî hewldanên pêkanîna komkujiyan nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan dide û got: “Em piştgiriyê didin van nerazîbûnên demokratîk.” Yuksekdag helwesta hukûmetê rexne kir û diyar kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih anîne. Yusekdag got: “Tenê tişta ku divê hukûmet bike ew e ku korîdoreke mirovî ji bo Kobanê vebike.” Yuksekdag got: “Mirov nikare bi gotinên derbekaran, pêkanînên rêveberiya rewşa awerte û qedexekirina derketina kolanan, behsa meşrûyetê bike.”