Yuksekdag: Me bi hev re ava kir, em ê bi hev re mezin bikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag got, "Me bi hev re ava kir, em ê bi hev re mezin bikin. Li dijî faşîzm û rejîma Rewşa Awarte, em ê têkoşîna hevpar a ji bo yekîtiya demokratîk, jiyana azad û wekhev bi hev re bi ser bixînin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag a girtî ye, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê peyameke nivîskî şand ji 8. Civata Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) re.

Yuksekdag piştî ku beşdarên kongreyê silav kir, da xuyakirin ku bi kongreya îro re hêz û moral ji siyasetmedarên girtî û meşvanên rêya ked, demokrasî û azadiyê re tê dayin.

Yuksekdag da xuyakirin ku HDK ji roja ava bûye û vir ve têkoşîna civakî û siyasî bi pêş ve biriye û got, "Weke siyasetmedarên ku bi erka têkoşîn û afirandina bernameya HDK'ê li qada siyasî rabûne, me dît ku alternatîfa me veguheriye enerjiyeke çawa ya civakî û siyasî. Bêguman wezîfeya me ew e ku li her qadên civakî, di her pêvajoyên jinûve hilberînê ya gelên me de, biserxistina armanc û bernameya HDK'ê ye. Di rewşekê de ku azadiya siyasî hatiye desteserkirin, meclîs, hilbijartin û sindoq di destê desthilatdariyê de veguherîne pêlîstokê, gelekî girîng e ku em li cihê xwe, li qadên hilberînê û jiyanê yên gelên xwe bimeşin û xwe mezin bikin. HDK ruh û bernameya zindî yıa têkoşîna xwerêvebirinê û diyarkirina çarenûsa xwe ya mirovahiyê ye."

'HDK'Ê HEMÛ BINDEST GIHAND HEV'

Fîgen Yuksekdag diyar kir ku hejmara mirovên beriya niha bi 6 salan nepêkan û bêwext didîtin, ne kêm bûn û got, "Lê belê ev tevgera ku gelek cihêrengî di bin sîwana demokratîk de li hev civand, bû dibistanek ku serketina bi hev re hînî gelên me û hêzên azadî demokrasiyê kir. HDK îro bûye navendek ku bindestên ji aliyê desthilatdariyê ve hatine parçekirin gihandiye hev û ew veguherandiye hêzeke diyarker a çarenûsê. Bûye xaçerêyek ku di têkoşîna komara demokratîk, civaka demokratîk de em gihandiye rêyên nû.

'EM Ê TÊKOŞÎNA HEVPAR BI HEV RE BI SER BIXÎNIN'

Ez bawerim ku wê li dijî faşîzm û tekperestiyê, têkoşîna antî faşîst a yekbûyî û jiyana azadîparêz demokratîk a nû di nava HDK'ê de berz bibe. Ez zanim ku ya jê re nepêkan û bêwext dihate gotin, ji bo serketinê xwedî sparteyeke xurt e. Kongreya Demokratîk a Gelan ku ocaxa ronakbîrî, rêxistinbûn û hilberîna armanc û hesretên mezin ê mirovahiyê ye, wê ji îro ber bi paşerojê ve bibe pirek. Me bi hev re ava kir, em ê bi hev re mezin bikin. Li dijî faşîzm û rejîma Rewşa Awarte, em ê têkoşîna hevpar a ji bo yekîtiya demokratîk û jiyana azad û wekhev, bi hev re bi ser bixînin.

Bi vê bîr û baweriyê Civata Giştî silav dikim.  Her kesên ku keda xwe di civata giştî de heye pîroz dkim, ji endamên meclîsa giştî ya HDK'ê û hevberdevkan re serketinê dixwazim. Bi hesret, berxwedêrî û hevrêtiyê we hembêz dikim."