Yuksekdag: Li Rojava zordarî û mafdarî li dijî hev şer dikin

Yuksekdag: Dibe ku hûn xurt bin, lê hûn ne mafdar in. Li Rojava zordarî û mafdarî şerê hev dikin. Desthilatdariya qesrê ya AKP'ê û lobiya şer a li dora wê kom bûye, hewl didin xwe bi zorê mafdar nîşan bidin, lê nikarin.

Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye der barê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê ku rejîma AKP'ê da destpêkirin axivî.

Yuksekdag diyar kir ku polîtîkaya bingehîn a desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê şer e û destnîşan kir ku êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Bakurê Sûriyeyê jî di vê çarçoveyê de ye.

Yuksekdag got, "Dibe ku hûn xurt bin, lê belê ev nayê wê wateyê ku hûn mafdar in" û diyar kir, li Rojava zordarî û mafdarî şerê hev dikin.

Yuksekdag anî ziman, desthilatdariya qesrê ya AKP'ê û lobiya şer a li dora wê kom bûye, hewl dan xwe bi zordarê mafdar nîşan bidin lê belê nekarîn vê bikin û wê nikaribin bikin.

Yuksekdag got, "Tevî ku xwedî hêza bêdawî ya leşkerî û siyasî ne, xwedî derfetên NATO'yê ne, hêzên emperyalîst hemû firsendan pêşkêşî wan dikin, medya, partiyên mûxalefetê bi kar tînin jî nekarîn xwe rewa nîşan bidin."

Yuksekdag diyar kir, piştî ku li bin guhê dîwêr ketin, niha radibin dibêjin 'Dinya hemû li dijî me ne, em têra dinyayê hemûyî dikin' û got, 'Yên hatin kuştin û ji warê xwe bûn careke din gelên Rojava û gelên herêmê bû. Lê belê eşkere ye ku desthilatdariya dest bi vî şerî kir bi ser neket. Ji ber ku mafdarî û hebûna dîrokî bi top, tiving û bombeyan nayê qezençkirin. Di heman demê de yên li dijî vê yekê şer dikin jî wê rojekê teqez bi rengekî giran têk biçin. Ew roj ev roj e nizanim, lê belê AKP û dûvikên wê bi vî rengî bidomin wê bi rengekî dîrokî û tund têk biçin."

Yuksekdag destnîşan kir ku ne Kurd Kurdên berê ne, ne jî hevsengî hevsengiyên berê ne û got, "Dema ku mirov bala xwe didin ser bûyerên dawî, hingî xuya ye ku nediyar e ku kî bi ser bikeve kî winda bike."

Yuksekdag anî ziman ku li gel polîtîkaya nebaş a dewletê jî pira dîrokî ya navbera gelên Kurd û Tirk bi rêya dînamîkên têkoşînê û siyaseta demokratîk hate parastin û got, "Eger pira dîrokî ya navbera gelên Kurd û Tirk bê hilweşandin wê hingî encamên xwe gelekî giran bin ku bi ti rengî nikarin bên vegotin."