Yuksekdag ji Wekîlê PE'yê Schîeder re name şand

Fîgen Yuksekdag ku dewleta Tirk ew rehîn kiriye bersiv da nameya Parlamenterê Ewrapayê Andreas Schîeder.

Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, a ku dewleta Tirk ew rehîn kiriye bersiv da nameya Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê (PE) Andreas Schîeder.

Yuksekdag ji ber desteka li têkoşîna azadiya polîtîk a li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û ji bo piştevaniya bi hilbijartiyan re malavayî li Schîeder kir.

'EM Ê XWE JI TÊKOŞÎNA XWE NEDIN ALÎ'

Yuksekdag bal kişande ser nehiqûqî û nêzîkatiyên cihêkar û operasyonên siyasî yên li ser partiya wan û got ji bo ku atmosfera demokrasî, azadî û aştiyê yek gavê jî ji hewldan û têkoşînê xwe nedana alî û hêzê dide wan ku ew û Scîeder û dostên wan ên din ji bo ku rewşa girtîbûna bi dawî bibe bi eynî hîs û daxwazên digihijin hev.