Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku niha girtî ye, ji ber kuştina Sefîrê Bilind ê Federasyona Rûsyayê Andrey Karlov, bi rêya parêzeran peyameke sersaxiyê weşand.
Yuksekdag da xuyakirin ku têkiliyên tarî di dewrê de ye û di encama sûîqesteke siyasî de Sefîrê Bliind ê Federasyona Rûsyayê Andrey Karlov jiyana xwe ji dest daye. Yuksekdag got, "Ev cînayet yek ji encamên şer û nakokiyên şerê herêmî ye. Ez vê cînayetê şermezar dikim. Ji Hikûmeta Federasyona Rûsyayê, gelên Rûsyayê û malbata Andres Karlov re sersaxiyê dixwazim."
Yuksekdag destnîşan kir, ku ji ber xemsarî, bêkontrolî û bêberpirsyariya saziyên dewletê, vê felaket rû daye û got, "Daxwaza me hemûyan ew e, li vî welatî rewşeke welê derkeve holê, ku careke din felaketên bi vî rengî rû nedin."
Yuksekdag got, "Partiya me, wê mîsyona xwe ya li dijî şer û komkujiyan, ji Rojhilata Navîn heta Kafkasya û Balkanan bi cih bîne û hewl bide pira aştî, biratî û piştgiriya navbera gelan ava bike.
Careke din sersaxiyê dixwazim."