Yuksekdağ: Înîsiyatîf ketiye destê YPG/YPJ’ê

Yuksekdağ: Înîsiyatîf ketiye destê YPG/YPJ’ê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku di nav heyeta HDP’ê de çû Kobanê bi rayedarên PYD’ê û şervanan re hevdîtin pêk anî got ku li Kobanê moral bilind in. Yuksekdag diyar kir ku şevê din êrîş zêde bûne, lê di encama berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê de çeteyan darbeyên cidî xwarine û got ku înîsiyatîf êdî di destê YPG/YPJ’ê de ye.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi heyeta HDP’ê re ku çû Kantona Kobanê, der barê hevdîtinê de ji rojnamevanan re axivî. Yuksekdag a got, “Ez her kesê Kobanê diparêze spas dikim”  û wiha dewam kir, “Em dixwazin li vir sînor biparêzin.  Şerê esas li aliyê din ê sînor.” Yuksekdag diyar kir bi rayedarên Kantona Kobanê û şervanên YPG-YPJ’ê re hevdîtin pêk anîne, silavên gel ji wan re ragihandine û dîsa silavên PYD’ê û şervanan ji gel re anîne.

Yuksekdag diyar kir ku di şer û pevçûnên duh bi şev YPG/YPJ’ê înîsiyatîfeke girîng bi dest xistiye û  got ku PYD’î di mijara DAIŞ de, hêzên navneteweyî sûcdar dike û PYD’yiyan gotiye: “Ev êrîş li hember rêveberiya me ya gelparêz e. Em ê jî ji bo Kobanê berxwedanê pêş dixin û em ê pêş bixin.”

Yuksekdag got ku cejna gelê Kobanê pîroz kirine û wiha axivî: “Me cejna berxwedanê bi wan re pîroz kir. Em ê cejna azadiyê jî bi wan re pîroz bikin.”