Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan Fîgen Yuksekdag li komcivîna partiya xwe axivî.
HILWELÎNA LI ŞIRNEXÊ 10 CARAN JI ERDHEJA WANÊ ZIYANÊ WÊ MEZINTIRE
Yuksekdah kesên ku di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got, hilweşîna li bajarên Kurdistanê bi destê dewletê hatî kirin deh caran ji hilweşandina erdheja Wanê ye û got, desthilatdariya AKP’ê ji erdhehê bêhtir hilweşîner e. Yuksekdag hilweşîna Wanê ya ji ber sedema erdehejê û hilweşîna Şirnexê ya bi destê dewleta Tirk pêk hatî da ber hev û got, ‘’di erdheja Wanê de sedî 25 xaniyan mirov nikare rûne lê Şirnexê ji xaniyan ji sedî 85’ê wan mirov nikare lê rûne. Her wiha Gever jî hatiye kavilkirin. Gelek bajarên Kurd xistine rewşeke wiha ku mirov nikare lê bijî.’’
ÊRÎŞÊN QIRQER Û DORPÊÇA LI ŞIRNEXÊ
Yuksekdah nerazîbûn nîşanî rakirina konên li Şirnexê da û got, ‘’Nêzîkatiye wiha bi wan re heye ku dibêjin, heke hûn li dijî min li ber xwe bidin, ez ê malên we bi ser we de bînim xwarê. Desthilatdariyeke siyasî tenê ji ber neçariya xwe dikare xwedî nêzîkatiyeke wiha ya kîndar be. Îro desthilatdariya siyasî bûye navendeke wiha ku di navbera neçarî û kînê de diçe û tê. Ev ne navendeke wiha ye ku bikarin desthilatdariya xwe ava bikin û domdar bikin.’’
OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ
Têkildarî qirkirina siyasî jî Yuksekdag diyar kir, ‘’Vê salê ji 5 hezarî zêdetir HDP’yî û DBP’yî hatin binçavkirin. Ji van ji 1000’î zêdetir hatin girtin, hê jî girtî ne. Endamên Desteya Rêvweberiya Navendî bi awayekî derhiqûqî hatin girtin’’ Yuksekdag bi berdewamî got, ‘’Wê nikaribin vîna me bişikînin lê vîna wan ji mêj ve şikiyaye’’
NÎQAŞÊN SÎSTEMA SEROKTIYÊ
Yuksekdag têkildarî pergala seroktiyê ku Erdogan û AKP dixwazin bînin jî got,’’ ‘’niha pêdiviya Tirkiyê bi îstîkara, aştiyê, vîneke damezirîner a demokratîk heye lê ew ji bo ku otorîteya xwe sazkar bikin bi vir de wê de diçin. Pêdiviya civaka Tirkiyê ne bi seroktiyê heye. Daxwaza civakên Tirkiyê ne seroktî ye.’’