Yuksekdag: Em hesab didin gelê xwe tenê
Yuksekdag di rûniştina doza Mêrsînê de wiha got: “Em hesab didin gelê xwe tenê.”
Yuksekdag di rûniştina doza Mêrsînê de wiha got: “Em hesab didin gelê xwe tenê.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, ji ber axaftinên xwe yên di 19’ê Adarê de ku ji ber beşdarî Newroza Mêrsînê bibû, bi sûcê “Propagandaya rêxistinê kiriye” li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê derket pêşberî dadgehê. Yuksekdag bi sîstema SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû. Li gel parêzerê Yuksekdag Parlamenterê HDP’ê Behçet Yildirim jî tevlî rûniştinê bû.
Piştî kontrolkirina nasnameyan û şûn de û beriya Yuksekdag dest bi parastina xwe bike, heyeta dadgehê biryar da ku kamerayên hundir nekevin tomarê û piştre jî navber da. Piştî navberê, bi dehan polîsên hêzên çevîk ketin hundirê salonê, parêzeran jî daxwaz kirin ku polîs ji salonê derkevin. Daxwaza parêzeran ji aliyê heyeta dadgehê ve hat redkirin.
PARASTINA YUKSEKDAG
Îfadeya Yuksekdag wiha ye:
“Ez bi axaftina Newrozekê ku partiya me biryara pîrozkirinê daye, têm sûcdarkirin. Axafina min wiha bû; ‘Ez silav û hurmetên xwe ji bo kesên ku ji bo azadiya Cizîrê, Sûr, Silopiyê têdikoşin û şehîdan re dişînim.” Ji ber van gotinan têm sûcdarkirin. Dema ku min ev gotin dikir li Silopiyayê, Cizîr û Sûrê êrîşên hovane dihatin kirin. Di vê pêvajoyê de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li bajaran kevir li ser kevir nehiştin û kirin kavil. Em wek welatiyên ku li ser vê xakê dijîn, van kiryaran naxwazin. Axaftinên min, ji bo dawîanîna vê qirkirinê bû.
Desthilatdariya siyasî ev yek nedît û bi çavsorî êrîş kir. Rewşa îro ku Tirkiye gihiştiyê rewşeke kaosê ye û ber bi felaketê ve diçe. Ti cihekî ku li pişt gotinê xwe nebim, nîne. Vekirî û zelal in, cenazeyê pitika 3 mehî û cenazeyê dayika Taybet ku hefteyekê li kolanê ma û welatiyên hatin qetilkirin, min silav kirine. Ya ku îro jî em dixwazin jî jiyanek azad e. Wê rojê jî tişta ku me dixwest heman bû. Tirkiye niha di nava kaoseke kûr de ye. Îro jî bê xwestin dikare ji vê kaosê rizgar bibe.
Ji bo mirov bijîn, ez mafê xwe yê îsyanê bikar tînim. Lê mixabin, em ku canê ti kesî neêşandî û nebûne sedama mirina ti kesî, di girtîgehê de ne. Lê yên ku bûne sedema qetilkirina bi hezaran welatiyên sivîl li derve tên û diçin. Yên ku bên darizandin divê ew bûna. Yên ku sûcê mirovahiyê kirin darbe pêk anîn. Heta ku hesabê bêhiqûqiyê neyê xwestin, bûyerên ku îro diqewimin hesab jê neyê xwestin, wê sibehê çeteyek din derkeve hole. Ji ber ku em dixwazin bi rêya aştiyane pirsgirêk çareser bibe, me siyaset hilbijartiye.”
‘ŞEHÎDÊN AZADIYÊ NE’
Dema parastina Yuksekdag de, serokê dadgehê têkîldarî dirûşmeyên li Newrozê hatine berzkirin pirs kir, li ser vê jî parêzeran nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ev ne mijara îdîanameyê ye. Yuksekdag wiha ji serokê dadgehê re got; “Çawa ku îro ji bo kesên dema hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hatine kuştin dibêjin şehîdên azadiyê, îro yên ji bo îdealên xwe şer kirî jî bi heman şêweyî şehîdên azadiyê ne. Pirsa niha jî nîşan dide ku bê darizandinek çawa çêbû.”
Yuksekdag wiha dawî li parastina xwe anî; “Ti hesabê ku nikaribim ji ber gotinên xwe bidim nîne. Lê, em hesabê xwe tenê didin gelê xwe. Ev darizandin li ser gotinên Serokwezîr, Serokkomar tên kirin. Ti tiştên ku em ji dest bidin nîne. Lê ev darizandin, wê mîna şaşitiyên dîrokî derbasî dîroka Tirkiyeyê bibin.”
Dadgehê, biryar da ku dosyaya vê dozê bi yeka din re ku bi hinceta axaftinak Yuksekdag a li Mêrsînê hatî kirin bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê kiriye” hat destpêkirin, bibe yek.
Rûniştin, taloqî 22’yê Kanûna 2016’an hat kirin.
‘LI DIJÎ YEK ZILAMIYÊ ASTENGA HERÎ MEZIN HDP’E YE’
Parlamenterê HDP’ê Behçet Yildirim, dema ji edliyeyê derketin axivî, diyar kir ku Yuksekdag ji ber sedemên siyasî tê darizandin û xwest ku demildest bê berdan.
Endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Asiye Koçak jî destnîşan kir ku AKP’e wek astengiya li dijî sazkirina rejîma “yek zilamî”, HDP dibîne û ji ber vê jî operasyonek tasfiyeyê daye destpêkirin.