Yuksekdag: Em ê rê nedin keriyê faşîstan
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag ji Qesrê re got, "Em ê rê nedin keriyê we yê faşîst. Tu 400 wekîlan dixwaze, lê wê bi destê te nekeve. Tu dixwaze desthilatdariya Qesrê ragihîne, lê tu yê nikaribe."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag ji Qesrê re got, "Em ê rê nedin keriyê we yê faşîst. Tu 400 wekîlan dixwaze, lê wê bi destê te nekeve. Tu dixwaze desthilatdariya Qesrê ragihîne, lê tu yê nikaribe."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li ber navenda giştî ya partiyê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Yuksekdag anî ziman ku êrîşên li hemberî partiya wan plankirî, rêxistinkirî û êrîşên komkujiyê yên ji navenda Qesrê ve tê birêvebirin e û got, "Em careke din dibêjin; di jiyana me de teslîmiyet nîne! Niştecihê Qesrê yê bixuşkek li neynûka wî neketiye û di nava dewlemendiyê de dijî, zarokên gelê xizan dişîne şer, dişîne mirinê. Ji Serokkomar re dibêjim; Em ê rê nedin keriyê we yê faşîst. Tu 400 wekîlan dixwaze, lê wê bi destê te nekeve. Tu dixwaze desthilatdariya Qesrê ragihîne, lê tu yê nikaribe."
Yuksekdag got, "Li Tirkiyeyê xeteriya parçebûnê nîne. Xeteriya Qesrê heye!" û bi vî rengî axaftina xwe dewam kir: "HDP a rastî êrîşan tê ne tenê partiyeke, pêşeroja gelên Tirkiyeyê ye."
Yuksekdag da zanîn ku hînê derfet hene şer bê sekinandin û got, "Me bang li hikûmeta demmkî, serokwezîr û hemû derdoran kir, ku bi berpirsyarî rabin. Em di aştî û çareseriyê de bi israr in, Birêz Davûtoglû û hikûmet vê gelekî baş dizanin. Ew şer nasekinînin. Me bang kir ku pêvajoya aştiyê ya hatiye sekinandin ji nû ve were meşandin. Em îro jî heman bangê dikin."
'KÎ BI AGIR BILÎZE, WÊ BIŞEWITE'
Yuksekdag ragihand ku AKP bi agir dilîze û got, "Yê bi agir bilîze wê bişewite. Divê vê ji bîr nekin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag bang li tevahiya endamên partiya xwe kir ku "parastina mewziyên demokratîk" bikin û got, "Em mafdar in, em rewa ne."