Yuksekdag: Em ê dest ji têkoşîna azadiyê bernedin
Yuksekdag bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştina dozê bû û têkildarî axaftina xwe ya li ser komkujiya 10'ê Cotmehê got, "Çi li hundir, çi jî li derve, em ê dest ji têkoşîna azadî û aştiyê bernedin."
Yuksekdag bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştina dozê bû û têkildarî axaftina xwe ya li ser komkujiya 10'ê Cotmehê got, "Çi li hundir, çi jî li derve, em ê dest ji têkoşîna azadî û aştiyê bernedin."
Rûniştina doza li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ji ber axaftina wê ya li merasîma cenazeyê qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê lê hat vekirin, îro pêk hat. Yuksekdag bi rêya sîstema deng-dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû.
Li ser navê HDP'ê, Parlamentera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat û endama Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinê Sûltan Guneş Ozcan û rêveberên rêxistina bajêr rûniştandina dozê şopandin.
Yuksekdag, di rûniştina li 11. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Edeneyê de wiha axivî: "Ez parlamentereke sêyemîn partiya mezintirîn a li Meclîsa Tirkiyeyê me. Mafê min ê destnedanê hê heye. Ji aliyê hiqûqî ve rewşeke ecêb e ku gotinên min bûne mijara darizandinê. Gotinên min 'sûc' nînin. Em hedef hatin nîşandan û hatin girtin. Gotinên me ji aliyê desthilatdariya siyasî ve 'sûc' tê dîtin. Tenê li welatên darbe lê serdest e, parlamenter girtîn e. Ev nîşaneya şermê ye. Ev ne şerma min e.
Dixwazim têkildarî Komkujiya 10'ê Mijdarê, ku bû sedema darizandina min, baxivim. Yên ku divê werin darizandin, ne gotinên min ên piştî komkujiyê ne. Yên divê bên darizandin, berpirsyarên vê komkujiyê ne. Di serî de yên li Edeneyê, hemû canên me yên di komkujiya 10'ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr tînim.
Desthilatdariya siyasî, li şûna ku vê êşê parve bike, ne tenê li dijî min li dijî beşdarên mersîma cenaze lêpirsîn da destpêkirin. Hê bi sedan mirov girtî ne. Ji ber ku em tevlî merasîma cenazeyê aştîxwazan bûn, bi rengekî neheq em hatin girtin. Piştî vê komkujiyê em bûn berdevkê xwezayî yên nerazîbûna gelê xwe. Me rexne kir. Ev karê me ye. Yên divê werin darizandin, berprisyarên komkujiya 10'ê Cotmehê ye."
Yuksekdag da xuyakirin, ku di darizandina dawî ya 10'ê Cotmehê de bersûc bi rengekî vekirî li xwe mikur hatin û got, "Di mijara berpirsyarî û hevkariya wezîfedarên dewletê yên di vê komkujiyê de, daxuyaniyên vekirî dan. Ez vê nabêjim, ev yek di qeydên dadgehê de hene. Ji ber ku min ev gotinên di rûniştina Komkujiya 10'ê Cotmehê de berî salekê bilêv kir, têm darizandin. Eşkere ye ku yên bên darizandin û hesab bidin kî ne. Divê siyasetmedarên ku kiryarên vê komkujiyê denexistin holê, bên darizandin."
'ME SOZ DAN, EM Ê DEST JÊ BERNEDIN'
Yuksekdag şehîdên aştiyê yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr anî û wiha dewam kir: "Silavên xwe ji hemû malbatên şehîdên aştiyê re dişînim. Di nava her şert û mercî de em ê xwedî li nirxên mirovên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, derkevin. Me sozek dan şehîdên aştiyê, me soza pêkanÎna aştiyê dan wan. Çi li hundir, çi jî li derve em ê dest ji têkoşîna azadî û aştiyê bernedin."
Yuksekdag herî dawî diyar kir, ku îdîayên tên kirin bêbingeh in û ev doz bi destê siyasiyan hatiye vekirin û got, "Ez ji ber nasnameya xwe ya siyasî têm darziandin, ev yek şermeke mezin e. Lazim e ev şerm ji holê were rakirin. Divê dadgerî nebe amûreke zordariyê ya siyasetê. Saziya siyasetê hewl dide hemû mekanîzmayên dadgeriyê weke amûrekê ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar bîne. Hewl didin dadgeriyê li dijî me siyasetmedarên mûxalîf bi kar bînin. Dadgeriya Tirkiykeyê di ezmûneke girîng de ye. Lazim e karaktera xwe ya serbixwe nîşan bide."
Parlamentera HDP'ê Mizgîn Irgat jî li pêşiya edlieyyê daxuyanî da û got, "girtina parlamenterên me, mesajek li mîlyonan mirovî ye. Li dijî vê peyamê em dibêjin hê bêhtir piştgirî, hê bêhtir aştî. Wekîlên me bi ti carî bi tenê nînin."