Yuksekdag: Berxwedêr wê bi ser bikevin

Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi rêya telefonê ji beşdarên Civata Giştî ya HDK'ê re axivî. Yuksekdag got, "Em ê teqez bi ser bikevin. Berxwedêr wê bi ser bikevin."

Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Kandirayê dîlgirtî ye, bi rêya telefonê ji beşdarên 9. Civata Giştî ya HDK'ê re axivî.

Yuksekdag beşdarên civaka giştî silav kir û got, "Em, parêzvanên têkoşîna aştî û demokrasiyê, hewl dibin bi erka xwe rabin. Em li hundir, hûn li derve. Pê bawerim ku yên di vê rêyê de dimeşin wê bi ser bikevin. Ji berê ve, yên ku di dîroka mirovahiyê de li ser rêya ked û azadiyê meşiyan bi biryardarî bi ser ketin."

Yuksekdag diyar kir, bi ruh û keda xwe ew di navenda vê têkoşînê de ne û got, "Ya girîng ew e ku hevgirtin bidome. Em ê teqez bi ser bikevin. Berxwedêr wê teqez bi ser bikevin."

Fîgen Yuksekdag anî ziman, HDK aliyê herî xurt ê hêz û baweriya wan e û wiha dewam kir: "Rêxistinbûna me ye ku di dilê bindestan hemûyan de mezin dibe. Divê em hîn bêhtir xwedî li vê hêza xwe derkevin."

'LEYLA GUVEN BI XURTÎ LI BER XWE DIDE'

Yuksekdag greva birçîbûnê ya Leyla Guven bi bîr xist û got, "Ji bo aştî û demokrasî pêk were, ji bo rakirina tecrîdê bi xurtî li ber xwe dide. Bi pêşengiya jinê tevdigere. Azadîxwazên li zindanan, yên ku ti carî nekarî esîr bên girtin, ji bo vî deriyê azadiyê vekin bi hevparî tevgeriyan. Dikevin rêyeke zor û zehmet. Dawiya vê rêyê wê serketin be. Em bi vê bawer in."

Piştî ku Fîgen Yuksekdag axaftina xwe qedand, beşdarên Civata Giştî bi qîrîna dirûşmên "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne" û "Bijî berxwedana zindanan" Yuksekdag silav kirin.