Yuksekdag: Berxwedan mezin bibe, em ê ji cehenemê rizgar bibin

Fîgen Yuksekdag a rehîn girtî, diyar kir ku divê berxwedan bê mezinkirin û got: “Em niha di nava cinet û cehenemê de ne, li arafatê ne. Ji bo nekevin cehenemê pêwîstiya me bi têkoşîneke bi heq a pir bi hêz heye.”

Danîşîna 20’an a doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk ka Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag ku girtî tê darizandin, li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê pêk hat.

Yuksekdag li Girtîgeha Tipa F a Kandirayê ku girtî tê darizandin bi rêbaza Vîdeo (SEGBİS) tevlî danişînê bû. Dîsa parêzerê Yuksekdag jî amade bûn. Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Murat Çepni û Remziye Tosun jî tevlî danişînê bûn. Yuksekdag, bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" "propagandaya rêxistinê", "muxaletefiya civîn û xwepêşandanan" û "Gel teşwîkî kîn û nifrînê kiriye" tê darizandin. Doza doza Yuksekdag ji 7 fezlekeyên cuda pêk tê. Derbarê Yuksekdag 92 rûpel îdeaname amade kirin û ji 30 salan heta 83 salan cezayê girtîgehê dixwazin.

Yuksekdag di danişînê de bal kişand ser rewşa siyabeta AKP'ê ya Tirkiyeyê û wiha got: "Îro li geşedanên siyasî binerin. Tişta wê rojê min got ez îro zêdetir dibêjim. Kesên 4 sal berê piçek şerm dikirin, îro bêyî şerm bikin bi komên çete û mafya û endamên herba taybet re hevkariyê dikin. Wan diparêzin. Me dengê 6 milyon mirov girt. Lê niha me wekî terorîst îlan dikin. Dîsa mafê me ji destê me girtine. Hem me girtî dadirizînin, hem jî me ji darizandinek bi edalet û demokratîk bêpar dihêlin. Îro roja mafên mirovan a cîhanê ye. Ez vê yekê di vê roja mafên mirovan de dînim ziman. Mafê mirovan ê jiyanê tune. Mafê jinan tune. Mafê tenduristiyê û civakî tune ye. AKP-MHP bi hevkariyê bêtir Tirkiyeyê dibin rewşek xerab."

Yuksekdag, niha qada çalakiya Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995'an ve dest pê kiribûn qedexe kirine. Çima? Ji ber tayîb beg ev yek xwestiye. Navê dayikan binpê dike. Wî meskenî tenê aydî xwe dibînin. Niha bi çavê terorê li her tiştî dinerin. Dayika 75 salî Emine li pey xwe kişandin û binçav kirin. Bi çop û mertalên polisan li dayikan îşkence kirin. Şertên welat ên îro ji yên duh pir dijwartir in. Di salên 90’an de em li ser pirsirêkan di axivîn. Me hişyar kir û me got; 'Hûn bi mafya û kontrgerilla re di nava hevkariyê de ne. Dema di sala 2016'an de bajar dorpêç kirin, gelek cînayetên ku hêj faîlên wan nehatine ditin çêbûn. Mirov nahin kutin. Wê dema kolan hatin qedexekirin kesên bi navê ‘JOH POH' ku kes nizane kî bû hatin. Di nava wan de çeteyên tevlî sûc bûbûn hebûn. Me gelek caran ev yek ji desthilatê pirsî. Lê desthilatê bersîva vê yekê neda me. Me daneyên destê xwe li ber çavan girt û got 'Hûn siyaseta kontra dikin. Di salên 90’î de dewlet li Susurlukê li kamyonê qelibî. Lê îro dewlet li ku biqelibe em jî nizanin."

Yuksekdag, bal kişand ser Alaatîn Çakici û wiha domand: "Serokê Rêxistina sûc Alaattîn Çakici bi efûya taybet serbest berdan. Li vî welatî sucdarê şerê taybet ku hevjîna xwe kuştiye, kesê kaçaxvaniya Tiryakê kiriye, bavê mafya ye bi efûya taybet serbest berdan. Ez qala Alaattîn Çakici dikim. Niha tev li siyasetê bû. Ma Tirkiyeyek wisa tê xwestin. Dibêjin bila Fîgen Yuksekdag, Selahattîn ne axivin. Bila Alaattîn Çakici biaxive. Niha Serokê mafya siyasetê dike. Bi sucdarên ku hemû alem wan nas dike re îtîfaqê dikin. Me wê demê jî hişyar kir. Me got hûn DAÎŞ'iyan, El Nusraciyan, kontragerillayan dixin qadê. Tu desthilatdarên ku pişta xwe bide vana ne pêkan e bi ser bikeve. Binerin 4,5 sal derbas bû. Halê ku Tiriye hatiye binerin. Niha Alaattin Çakici berdan û gefan li Kiliçdaroglu dixwe. Li aliyê din şirîkê desthilatê li wî xwedî derdikeve. Êdî Tiriye mefhumê dozê ket nava piyan. Diçin li Bodrumê bi hevre wêne dikişînin. Mehmet Agar, Çakici, her yek berpirsiyarê kujerên nediyar in. Di salên 93'an de kujerên nediyar derketin asta herî jor. Wê demê Wezîrê Karên Hundir Mehmet Agar bû. Akar û ekîbê xwe berpirsiyarê kuştina 17 hezar faîlan e.

Em niha di nava cinet û cehenemê de ne, li arafatê ne. Ji bo nekevin cehenemê pêwîstiya me bi têkoşîneke bi heq a pir bi hêz heye.”

Yuksekdag, bal kişand ser kesên gotin 'Em ê rê li pêş êşkenceyê bigirin‘ û got: "Wan kesên gotin 'em ê rê li pêş êşkenceyê bigirin' îro kesên îşkence dikin diparêzin. Berê doz li kesên îşkence dikir dihat vekirin. Lê îro em wan kesan jî li holê nabînin. Li Wanê 2 gundî linç kirin û ji helîkoptêrê avêtin. Bi kuçikan êşkence li Rojbin Çetin kirin. Dema bi ser malbatan de digirin êşkence destpê dike. Di sala 2016'an de înfazên bê hêjmar pêk hatin. Li Geverê, Colemêrgê, Wan, Giyadînê înfaz pêk hatin. Li Colemêrgê zarokekî 16 salî û zilamê 60 salî Şerali Dere aşkere înfaz kirin. Lê yên ferman dan vê yekê têne parastin. Duh li avahiya HDP'ê ya Stenbolê moriya guhdarkirinê hat dîtin."

Piştdî Yuksekdag parêzeran parastin kir û heyetê navber da. Heyeta Dadgehê jî der barê Yuksekdag de xwest Dozgerê Kocaelî derbarê dosyayên Yuksekdag lêkolîn bike. Heyetê bi piraniya dengan biryara berdewama Yuksekdag dan.

Heyeta dadgehê danişîna dozê taloqî 24'ê Sibata 2021'an kir.