Yuksekdag: Beriya her tiştî divê muzakere destpê bike
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bûyerên dema dawî nirxand û got, "Kengî Desteya Şopandinê hat avakirin û muzakereyan destpê kirin, hingî wê pêşî li aştiyê vebe."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bûyerên dema dawî nirxand û got, "Kengî Desteya Şopandinê hat avakirin û muzakereyan destpê kirin, hingî wê pêşî li aştiyê vebe."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bûyerên dema dawî nirxand û got, "Kengî Desteya Şopandinê hat avakirin û muzakerean destpê kirin, hingî wê pêşî li aştiyê vebe." Yuksekdag banga ji bo çekdanîna PKK'ê ya yekalî, dûrî mejî û rastiyê nirxand.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, der barê pêvajoyê de bersiv da pirsên ANF'ê.
"PÊVAJO BI DERBA QESRÊ HAT QEDANDIN"
Yuksekdag da xuyakirin ku pêvajo, piştî aşkerakirina metna mutabaqatê ya Dolmabahçeyê bi derba Qesrê hatiye qedandin û got, "AKP berê jî hewl da pêvajoyê biqedîne. AKP'ê xwest şer bi êrîşa li navçeya Agirî Giyadînê bide destpêkirin. Qendîlê ev lîstik dît û pûç kir. Di dema bihurî de mirov hatin qetilklirin, operasyonên leşkerî hatin meşandin, gund hatin şewitandin. Ji bo pêvajo were qedandin, gelek zor û tehdeyî hatin kirin. Lê belê hewldanên Birêz Ocalan gelekî diyarker bûn. Birêz Ocalan rola sermuzakerevaniyê bi awayekî rast lîst û pêvajo ji dest berneda. Di heman demê de desthilatdariya siyasî anî nuqteya çareseriyê. Lê belê Qesrê piştî ku dît mutabaqata Dolmabaheçyê bi kêrî xwe nayê, serokatiyê jê re nîne, maseya ji bo muzakereyê hat danîn qulipand. Ji ber vê yekê cihê pêvajo lê destpê bike; ji nû ve avakirina maseya muzakereyê û destpêkirina muzakereyê ye."
Hevseroka HDP'ê Yuksekdag da xuyakirin ku bi zanebûn di vê demê de tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd hatiye meşandin û got, "Birêz Ocalan dikarîbû nehişta rewş bigihêje vê nuqteyê. Lê belê bi zanebûn Ocalan derveyî pêvajoyê hiştin. Tecrîdkirina Ocalan tê wateya li derve hiştina hêza eslî ya çareseriyê. Pêwîste dewlet û hikûmet di vê dema dîrokî û krîtîk de dawî li vê helwesta xwe bîne."
"GOTINA 'BILA PKK BI YEKALÎ DEST JI ÇEKÊ BERDE' DÛRÎ AQIL E"
Yuksekdag da zanîn ku tevî ewçend êrîşên giran jî tevgera azadiyê ya Kurd dest bi şer nekiriye û ev nirxandin kir: "PKK dibêje, 'Min dest bi şer nekir'. Dibêje 'ez bersivê didim'. Em gelekî baş dizanin ku eger şer destpê bike wê rewş ne bi vî rengî be. Şerê bi hemû hêza Qendîlê bê meşandin em dizanin tê çi wateyê. Qendîl diyar dike ku ew bi çareseriya pirsgirêkê û vîna Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Ev pozîsyon nîşan dide ku ji bo çareseriya pirsgirêkê li aliyê Qendîlê deriyekî vekirî heye. Lê belê desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê û Qesr naxwazin di vê rê de bimeşin. Di nava hesaban de ye ku şer girantir bike. Ev yek ji bo hemû gelên Tirkiyeyê hesabên xetereke û gelekî qirêj in. Rêbaza herî rast gotinên 'Heyet li ber hevdîtinê ye' nîne, rêbaza herî rast bi dîtina min bi wergirtina biryarên krîtîk re avêtina gavên girîng e. Em banga vê li desthilatdariya siyasî dikin. Tecrîdê rakin, siyaseta li derve hiştinê biterikînin, maseya muzakereyê ava bikin, li dora wê rûnên, hingî binêrin ji wir wê çi encam derkeve. Kengî Desteya Şopandinê hat avakirin û muzakerean destpê kirin, hingî wê pêşî li aştiyê vebe. Banga li PKK'ê ya bi awayekî yekalî danîna çekan, dûrî aqil e. Ji bo tilî ji ser tetîkê were kişandin, divê zemîna axaftinê were afirandin. Lê belê ev desthilatdariya siyasî nizane biaxive. Feraseteke xwe nîne ku bi rêbazên siyaseta demokratîk bimeşe. Lê belê neçare bibe xwedî vê fearsetê. Mafê wan nîne bi pêşeroja gelên Tirkiyeyê bilîzin. Kesî destûr neda wan ku şer derxînin. Em ê jî nehêlin ew şer bidin meşandin."
"MALBATÊN LEŞKERAN JI AKP Û ERDOGAN NEARZÎ NE"
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag got, "Civaka Tirkiyeyê, malbatên leşkeran ne neçarin bê aqiltî û bê berpirsyariya we erê bikin" û destnîşan kir ku malbatên leşkeran ji hikûmeta AKP'ê û Erdogan nerazî ne.
Yuksekdag gotina 'Eger pêwîstî pê hebe em ê zarokên xwe feda bikin' ya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bibîr xist û ev xal destnîşan kir; "Gelê Tirk nezan û ehmaq dibînin. Heta roja îro kîjan payebilindên dewletê di şer de zarokê xwe feda kiriye. Li Rojava kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo parastina xwe xwe, canê xwe feda kir. Gelo em dikarin heman tiştî ji bo kurê Davûtoglû bêjin? Ev yek ji aliyê civaka Kurd ve tê zanîn, lê êdî ji aliyê civaka Tirk ve jî tê zanîn. Malbatên leşkeran berî ku êş, ruh û wijdanê wan ji dest biçe nerazîbûnê nîşan didin. Dibêjin 'Eger hûnê feda bikin biçin zarokên xwe feda bikin'. Ev yek nerazîbûneke gelekî mafdar û însanî ye."