Yuksekdag: AKP wê bêencam bimîne; em xwe ji dayîna berdêlan venegirin
Yuksekdag bal kişand ser Plana Şark Islahat a ji bo qirkirina Kurdan hat meşandin û pirsa "Çi ji encam ji vê planê derket holê?" kir.
Yuksekdag bal kişand ser Plana Şark Islahat a ji bo qirkirina Kurdan hat meşandin û pirsa "Çi ji encam ji vê planê derket holê?" kir.
Yuksekdag di civîna Koma Jinê ya partiya xwe de axivî û diyar kir, ku AKP dixwaze Kurdistanê dagir bike û mînaka 'Palmîra' da. Yuksekdag destnîşan kir ku ew ê xwe ji dayîna berdêlan venegerin û ragihand, hemû planên AKP'ê wê bêencam bimînin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, di civîna Koma Jinê ya HDP'ê de axivî û bi bîranîna mirovên di êrîşên dema dawî de jiyana xwe ji dest dan, dest bi axaftina xwe kir.
Yuksekdag bal kişand ser biryara hikûmeta AKP'ê ya desteserkirina mal û milkên gelê Sûr û Silopiyayê û got, "Plana dagirkirina Sûrê niha veguheriye plana talankirina qadên jiyanê yên gel. Bi maşînên mirinê ketin nava Sûrê, vê têrê nekir îro bi dozgeran ketin nava navçeyê. Di bin navê 'cemawerîkirinê' de bi lez û bez dest danîn ser ji sedî 90 ê navçeyê. Hinceta wan çiye? Dibêje 'ji bo xêra cemaweriyê'. Baş e te ji gel pirsî? Bêyî ku ji gelê Sûrê bipirsin, yekser dest bi hilweşînê dikin. Ya ku dixwazin li Sûrê bi cih bînin, plana hilweşandinê ye."
Yuksekdag bal kişand ser dagirkirina bajarê antîk ê Sûriyeyê Palmîra, ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin û hewl hatibû dayîn bê xerakirin û got, "Mîna hilweşandinek li Palmîra, niha dixwazin heman tiştî li Sûrê bikin. Yuksekdag got, "Palmîra hat rizgarkirin, lê îro desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê çav berdaye Sûrê. Bi awayekî vekirî li xwe mikur hatin ku dixwazin heman tişta anîne serê Palmîra, bînin serê Sûrê jî."
Yuksekdag bal kişand ser Plana Şark Islahat a ji bo qirkirina Kurdan hat meşandin û pirsa "Çi ji encam ji vê planê derket holê?" kir. Yuksekdag da zanîn, ku tevî hemû planan jî Kurd ji daxwazên xwe yên azadiyê venegeriyane û got, "Xwediyên wê planê çawa ku ji holê hatin rakirin, hûnê jî di nava rûpelên dîrokê de winda bibin."
'DIVÊ EM XWE JI DAYÎNA BERDÊLAN VENEGERIN'
Yuksekdag di dewama axaftina xwe de got, "Îro şerekî ku bira birayê xwe dikuje, dewletê li hemberî welatiyên li nava sînorên xwe şer îlan kiriye, diqewime. Hesabê ti ji ciwanên di nava şerê îro de jiyana xwe ji dest didin, nadin. Radibin dibêjin, 'Me 300 şehîd dan, lê bi deh qatan windahiya terorîstan heye'. Gelo tiştekî serketî ye ku yek rabe bi hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane re pesnê xwe bide? Gelê ku hûn jê re dibêjin 'gefê li welêt dixwe' gelê Kurd e. Yanî gelê ku we bi hev re ev welat ava kirine. Divê hînê çiqas xwîn bê rijandin?"
Yuksekdag bangên ji bo çareseriyê di mîtîngên Newrozê de hatin kirin bibîr xist û got, "Lê belê hînê bêdengî heye. Dema aştî tê gotin, ew radibin qîrîniya şer dikin. Tirkiye ji aliyê feraseteke siyasî ya li dijî aştiyê derdikeve ve tê birêvebirin. Dema hûn dibêjin aştî hûn tên girtin, dema hûn dibêjin aştî bi îdîaya 'pesndayîna sûc' dikevin ber lêpirsînê."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag işaret bi mirovên ji ber bilêvkirina daxwaza aştiyê kirine hatine girtin û got, "Ji ber ku daxwaza aştiyê kirin, bi kirina 'propaganda rêxistinê' hatin sûcdarkirin. Eger gotina aştiyê sûc be, bila her kes bêje aştî û propaganda vê bike. Xuya ye ev rêxistin rêxistineke baş e, rêxistina aştiyê ye. Weke ku mamosteya me Esra Mûngan got, 'divê ji bo aştiyê em xwe ji dayîna berdêlan venegerin'. Yên ji bo aştiyê berdêlan didin bi serbilindî derdikevin pêşberî gel. Lê belê yên ku ji bilî şîdetê zimanekî din bikar nînin, wê nikaribin li rûyê civaka Tirkiyeyê binêrin."