YSK’ê encamên hilbijartinê yên demkî aşkera kir
YSK’ê encamên demkî yên hilbijartinên 7’ê Hezîranê aşkera kir.
YSK’ê encamên demkî yên hilbijartinên 7’ê Hezîranê aşkera kir.
YSK’ê encamên demkî yên hilbijartinên 7’ê Hezîranê aşkera kir.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên demkî aşkera kir. Li gorî encamên demkî yên YSK’ê ji 56 mîlyon û 608 hezar û 817 hilbijêran, 47 mîlyon û 507 hezar û 389 welatî çûne ser sindoqan û dengên xwe bikar anîne. 46 mîlyon û 161 hezar û 49 deng hatine qebûlkirin û dengên mîlyonek û 346 hezar û 340 welatiyan hatine betalkirin. Radeya tevlîbûna hilbijartinê jî ji sedî 83.92 hate aşkerakirin.
Li gorî daxuyaniya YSK’ê 45 mîlyon û 119 hezar û 570 hilbijêr li welat, 918 hezar û 311 hilbijêran jî li derveyî welat, 123 hezar û 168 welatiyan jî li deriyên gumrukan dengên xwe bi kar anîne.
Li gorî encamên demkî yên hilbijartinê deriyên gumrukê jî di nav de 18 mîlyon û 863 û 832 hilbijêran dengên xwe dane AKP’ê û AKP ji sedî 40.87’an ve bû partiya yekemîn. Partiya duyemîn jî bi 11 mîlyon û 518 dengên welat, derveyî welat û gumrukan girtiye û ji sedî 24. 95 deng girtiye CHP ye. MHP’ê 7 mîlyon û 519 û 103 deng girtiye û dengê wê ji sedî 16.29 e û bûye partiya sêyemîn.
Li gor YSK’ê radeya dengên HDP’ê jî ji sedî 13.12 e. Li gorî vê yekê HDP’ê 6 mîlyon 58 hezar û 150 deng girtiye.
Tifaqa SP û BBP’ê ya ku bi navê SP’ê ketin hilbijartinê jî ji 949 hezar û 893 hilbêjeran deng girtin û radeya dengê ku girtine jî ji sedî 2.06 e.