YPS: Li Nisêbînê 7, Geverê jî 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Di çalakiyên YPS/YPS Jin ên li Gever û Nisêbînê de bi giştî 12 çete hatin kuştin.
Di çalakiyên YPS/YPS Jin ên li Gever û Nisêbînê de bi giştî 12 çete hatin kuştin.
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ragihand ku berxwedana bi heybet a li dijî çeteyên Qesrê û çalakiyên windahiyên giran dide çeteyan didome.
YPS’ê têkîldarî detayên çalakiyan wiha got:
‘LI NISÊBÎNÊ 7 ÇETE HATIN KUŞTIN’
“16’ê Adarê li Taxa Elîka ya Nisêbînê çeteyan hewldan ji aliyê Morê bikevin taxê. Li vir şer derketin. Di vî şerî de 4 tîmên taybet hatin kuştin, 2 çeteyên tîmên taybet jî birîndar bûn. Dema çeteyan hewl dan bi tankan bikevin Taxa Elîka, hêzên me çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev tanka bi giranî hat derbkirin û vekişiya. Têkîldarî windahiyên dijmin ên li vir agahî nehatin zelalkirin.
18’ê Adarê danê nîvro li hember leşkerên ku xwe li nêzî Cadeya Nîsan a Taxa Koçer bi cih kirine çalakî hat lidarxistin. Li vir bi zelalî çeteyek hat kuştin. Yek jî birîndar bû. Di heman rojê de saet 02.30’an tankekê hewl da bikeve taxê. Ev tank bi çalakiya sabotajê hat îmhakirin. Têkîldarî encaman detay nehatin zelalkiirn.
18’ê Adarê saet 16.00’an dema çeteyan hewl dan li nêzî Weysika ya Taxa Koçer li malan bi cih bibin bûn hedefa yekîneyên me yên berxwedanê. Li vir 2 çete hatin kuştin. Her wiha tank û wesayîtek zirxî yên ji bo mudaxeleyê hatin jî bûn hedef. Wesayîtên derb xwarin vekişiyan.
Yên tevlî van şeran dibin piraniya xwe çeteyên DAIŞ’ê ne.
LI GEVERÊ 5 ÇETEYÊN QESRÊ HATIN KUŞTIN, TANKEK HAT DERBKIRIN
18’ê Adarê gel bi awayekî di nav berxwedanê de hewl dide ji 4 milan bikeve Geverê. Leşker gel asteng dikin.
18’ê Adarê saet 11.00’an dema komek tîmên taybet ji bo bikevin Taxa Cûmhûriyetê ketin nav tevgerê bûn hedefa hêzên me. Li vir 4 çeteyên tîmên taybet hatin kuştin.
19’ê Adarê saet 03.00’an dema wesayîtên zirxî hewl dan bikevin taxê, hêzên me çalakiya sabotajê li dar xistin. Wesayît bi temamî îmha bû, windahiyên çeteyan nehat zelalkirin. Piştre ambûlans hatin cihê bûyerê.
Dijmin bi awayekî dijwar bi tankan Taxa Dîcleyê topbaran dike. 18’ê Adarê saet 11.30’an hêzên me li cem zanîngeha kevn kepçeyekê dikin hedef. Kepçe vedikişe. Her wiha li Taxa Cûmhûriyetê dema leşkerek derdikeve ser tankê dibe hedefa hêzên me. Ev leşker hate kuştin. Tank hate derbkirin.”