YPS'ê li ser çalakiya li Taxa Gazî daxuyanî da
Navenda Ragihandinê ya YPS'ê li ser şerê 4'ê Adarê yê li taxa Gazî ya Stenbolê daxuyaniyek weşand.
Navenda Ragihandinê ya YPS'ê li ser şerê 4'ê Adarê yê li taxa Gazî ya Stenbolê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ku li malpera YPS'ê hate weşandin ev agahî hatin dayin:
"Êvara 4'ê Adarê li taxa Gazî ya Stenbolê, yekîneyeke me ya YPS'ê kemîn danî ber wesayiteke polîsan û şer kir. Piştî çalakiyê wesayita polîsan ji cihê bûyerê reviya. Hejmara polîsên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Yekîneya me ya YPS'ê piştî çalakiyê bi serketî li qadên xwe vegeriya."