YPJ’ê Rêvana Rojava û Arîn Mîrxan bi bîr anî

Bi munasebeta rasthatina yekemîn salvegera çalakiyên fedayî yên şervanên YPJ’ê Arîn Mîrxan û Rêvana Kobanê Fermandariya YPJ’ê li Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Bi munasebeta rasthatina yekemîn salvegera çalakiyên fedayî yên şervanên YPJ’ê Arîn Mîrxan û Rêvana Kobanê Fermandariya YPJ’ê li Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Di berxwedana Kobanê de şervanên YPG û YPJ’ê xwe kirin çemberek agir û parastin kirin. Ruhê çalakiya rêhevalên me yên fedayî Arîn û Rêvanan girêdana me bi xeta serketinê re bihêztir dike.”

Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta têkoşer Arîn Mîrxan û Rêvana Kobanê Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Fermandariya YPJ’ê wiha ye: “Salek di ser çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan re derbas bû. Bi vê wesîleyê di şexsê rêheval Arîn Mîrxan de em tevahî cangoriyên di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin û xwe kirin xelekek ji berxwedanê bi minetdarî bi bîr tînin û  bejna xwe li ber wan ditewînin,  di rêya wan de soza serketinê dubare dikin.

Berxwedana Kobanê mora xwe li dîroka Rojhilata Navîn xist, ev berxwedan ji bo têkoşîna gelan û bi taybetî ji bo têkoşîna jinan rûpeleke nû vekir. Xetek ji parastina rûmeta mirovahiyê bû. Di dema ku çeteyên DAIŞ’ê  li ser nirx û rûmeta mirovahiyê bi artêşa xwe ya tirsê êrîşên dijwar pêş dixistin şervanên YPJ/ YPG’ê xwe kirin çemberek ji agir a parastinê li derdora Kobanê û gelê xwe parastin. Ji bo ku dest navêjin nirxên gel li hemberî êrîşên herî giran bi comerdiyeke mezin xwîna xwe rijandin. Bêyî dudilî bijîn bi ser dijmin de çûn û canê xwe feda kirin.

Her çiqas ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêz û çekên giran ku ji artêşa Iraq û ya Sûriyeyê bi dest xistibûn bi ser Kobaniyê de hatin, di dema ku dewletên xwediyê artêşên mezin li hember wan nikaribûn bisekinin jinên Kurd bi derfetên kêm û baweriyeke xurt li hember çeteyan sekinîn.

Rêhevala me Rêvana ku bi temenê wê biçûk bû jî ji bo ku hatina çeteyên DAIŞ’ê ber bi Kobanê ve bide sekinandin di 30’ê Îlona 2014’an de çalakiya fedayî pêk anî. Her ku êrîşên çeteyan dijwar dibû berxwedanî jî mezintir û bi azîm dibû. Her kêliyek berxwdana şervanên YPJ/ YPG’ê sekneke fedayî  bû. Piştî pênc rojan ji çalakiya şehîd Rêvana, rêhevala me Arîn Mîrxan çalakiyeke fedayî pêk tîne û bi vî awayî dide îspatkirin ku çi dibe bila bibe yê rûmeta mirovahiyê û nirxên jinê bi destê çeteyên DAIŞ’ê de neyê berdan. Wê Kobanê bi ti awayî bi bin nekeve. Wê ti kes bi jinên berxwedêr nikaribe.

Şervanên YPJ/YPG’ê bi rihê fedayane yê rêhevalên me  Rêvan û Arîn Mîrxan ku  şopdariya Zîlan , Sema, Bêrîtanan dikirin çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê têk bibin. Ji cîhanê re dan diyarkirin ku DAIŞ li Kobanê hêzeke ku têk diçe, direve û li hember vîna jiyana azad a jinên Kurd nikare bisekine. Çavên hemû mirovên azadîxwaz û bi taybet jinan li ser Kobanê bû. Dilê wan li Kobanê lê dida. Bi Kobanê radibûn û bi Kobanê re rûdiniştin. Ji ber ku pergala DAIŞ’ê dijminên hemû jinan ê herî xeter e. Çalakiya Arîn û Rêvana jî ji bo hemû jinên cîhanê bû.

Salvegera şehadeta hevrêyên me Arîn Mîrxan û Rêvana Rojava ji bo hêzên YPJ û YPG’ê xwedî wateyeke gelek girîng e. Ruhê wan ê fedayî girêdana me bi xeta serketinê re bihêztir dike. Em weke jinên Kurd ji Besê heta Leyla Qasim xwedî dîrokeke kevnar ê têkoşîn û berxwedanê ne. Niha jî em li hember rastiya çalakiya şehîd Arîn Mîrxan dîroka xwe nûjen dikin. Êdî em gihiştine wê qonaxa  ku pergala  neteweya demokratîk ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn, ji bo civakeke  azad û demokratîk  pêş xist, ava bikin. Hêviyên jiyana azad û wekhev yê rêheval û yê gelê xwe li ser axa Rojava jîn bikin. Bibin parêzvanên destketiyên şoreşa Rojava ku îro ji hemû gelan re bûye model.”

Daxuyaniya Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê wiha bi dawî bû:

“Em wek fermandariya YPJ’ê ya Kobanê li ser navê hemû şervanên xwe careke din bi boneya salvegera çalakiya fedayî ya hevalên me Arîn Mîrxan û Rêvana Rojava  girêdana xwe bi xeta şehîdan re nû dikin. Bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî şehîdên azadiyê ditewînin.