YPG: Li Efrînê operasyona li hember çeteyên El Nusra bi serketî encam bû

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku operasyona li Efrînê ya li hember çeteyên El Nusra hatiye lidarxistin bi serketî encam bûye û 3 serçete hatine girtin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku operasyona li Efrînê ya li hember çeteyên El Nusra hatiye lidarxistin bi serketî encam bûye û 3 serçete hatine girtin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 11’ê Cotmehê hêzên wan li Efrînê, li hember rêxistina çete ya El Nusra operasyonek taybet li dar xistine û got: “Operasyana ku li hember kesên bi bandor a herême ya rêxistina çete ya El Nusra bi serketî encam bûye. Di vê operasyonê de hêzên me 3 serçete girtin.

11’ê Cotmehê hêzên me li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê operasyonek li dar xistin. Operasyona li nêzî gundê Şergirat a bi armanca paqijkirina mayinên çeteyan a li ser xeta derbasbûna sivîlan de danîne hat lidarxistin de hejmarek zedê mayîn hat bêbandorkirin.

LI HELEBÊ KONTROLA RÊYAN

Ji ber êrîşên çeteyan ên li derdora Halebê zedê bûne, hêzên me li qadê çûn hin tedbîrên nû yên ewlekariyê. Li hember komên çeteyan ên bi kincên sivîl hewl didin bikevin Helebê hêzên me di rêbendan de kontrol pêş dixin. Hêzên me ev du roja dawî, di rêbendên ewlekariya ya li ser rêya Heleb-Qestello danîn de nasnameya kesên bi maşîne derbas dibin kontrol dikin.”