YPG: Êrîşa li hemberî Kobanê êrîşa herî dijwar a heta niha ye

YPG: Êrîşa li hemberî Kobanê êrîşa herî dijwar a heta niha ye

Fermandariya Giştî ya YPG’ê, têkildarî êrîşên li hember Kobanê ya ji 5 eniyên cuda, diyar kir di nav êrîşên çeteyan ên heta niha de êrîşa herî mezin û herî dijwar e û got, “Em bang li tevayî gelê xwe û raya giştî ya hestyar dikin da ku bi Kobanê re li hember van êrîşên ku roja diduyan li pey xwe hişt bi hêza ji gelê Rojava wergirtiye, bi hêzên me yên bi derfetên kêm hewl didin li ber xwe bidin, bikevin nav piştevaniyê.”

Fermandariya Giştî ya YPG’ê der barê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPG’ê bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ di 15’ê Îlonê de dest bi êrîşeke nû kirine û wiha got, “Hem di aliyê hêza çekan û hem jî di aliyê hêza mirovan de ku ev êrîş qat bi qat yên din derbas dike, gelê me li hember van êrîşan tevî hemû bêderfetiyan berxwedaneke bi heybet û dîrokî nîşan dide.”

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye:  

“Çeteyên DAIŞ ên bi kîna li hember Rojavaya Azad hewl didin destekftiyên gelê me tune bikin, ji 15’ê Îlonê ve li hember Kobanê êrîşeke nû destpê kirine.  Hem di aliyê hêza çekan û hem jî di aliyê hêza mirovan de ku ev êrîş qat bi qat yên din derbas dike, gelê me li hember van êrîşan tevî hemû bêderfetiyan berxwedaneke bi heybet û dîrokî nîşan dide.

Çeteyên hov ên li li Rebîa ya di nav sînorên Kantona Cizîrê de, li Şengal, Cezaa û herî dawî li herêma Til Hemis bi darbeyên ji şervanên YPG’ê xwarin û rastî têkçûneke mezin hatin wer bawer dikin wê li Kobaniya li gor xwe zeîf dibînin bi ser kevin. Lê belê weke ku tevayî gelê me û raya giştî ji nêz ve dişopîne hêzên me li Kobanê mîna êrîşên berî niha wê Kobanê û tevayî gelê me yê li herêmê biparêze.

Ev êrîş ji hemû êrîşên heta niha hê mezintir û dijwartir e. Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li 5 eniyan berxwedaneke bi heybet û dîrokî tê nîşandan. Çeteyên ku bi tank, fuze, top û çekên giran ên cur bi cur ji rejîmên Irak û Sûriyeyê bi dest xistine, dîsa bi hêza teqwiye ya ji gelek hêrêman anîne agahiyên ku li ser Tirkiyeyê re çekên giran, cebilxane û hêz ku anîne ji aliyê raya giştî ve dîtin.

Wek  YPG’ê şert û mercên çi dibin bila bibin, êrîş çiqasî dijwar bin bila dijwar bin, em dixwazin careke din diyar bikin ku di rêvebirina wezîfeya xwe ya parastinê de heta dawiyê em bi israr û biryar in. Em bang li tevayî gelê xwe û raya giştî ya hestyar dikin da ku bi Kobanê re li hember van êrîşên ku roja diduyan li pey xwe hişt bi hêza ji gelê Rojava wergirtiye, bi hêzên me yên bi derfetên kêm hewl didin li ber xwe bidin, bikevin nav piştevaniyê.”