YPG: Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê bê navber didomin

YPG’ê diyar kir ku arteşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya arteşa Tirk de tevdigerin êrîş û pinpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava lidardixin berdewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî êrîş û binpêkirinên artêş û çeteyên wê ya li ser gundên Efrîn, derdorî wê û nuqteyên YPG’ê eşkere kir.

Navenda YPG’ê têkildarî êrîş û binpêkirina ev agahî parvekir:

"Di dîroka 18.04.2017’an, saetên nîvro de çeteyên giredayî Arteşa Tirk bi topên obus û çekên giran êrîş birin li ser gundê Maranez ê giredayî Efrînê.

Di dîroka 19.04.2017’an saetên şevê de çeteyên giredayî arteşa Tirk bi topên hewanan êrîş birin li ser gundên Maranez û Eyn Deqnê.

20.04.2017’an saet di 05.00’an de arteşa Tirk bi moşekan êrîş birin li ser hêzên me yên li gundê Topal ê giredayî navçeya Bilbil a Efrînê. Di encama vê êrişê de wesayîtek kar a hêzên me hat ruxandin.

Çeteyên Tirkan jî heman şevê bi topên obus û çekên giran êriş birin li ser gundên Maranaz, Eyn Deqnê, Belûnê û Vîla Qadi yên giredayî Efrînê. Bi awayekî hemwext balafirên keşfê ya bê mirov a arteşa Tirk li ser vê herême firiya ye.

Di dîroka 21.04.2017’an de çeteyên giredayî arteşa Tirk bi topên obus û hewanan êrîş birin li ser gundên Maranez û Belûnê yên giredayî Efrînê.

Heman rojê di saetên êvarê de arteşa Tirk li hemberî gundê Melik û Irada yên dikevin navbera Serêkaniyê û Dirbesiyê, li ser xeta sînor gelek tank û çekên giran bi cih kirin û hejmara leşkerên xwe yên li vir zêde kirin.

Heman rojê di saetên êvarê de çeteyên giredayî arteşa Tirk bi topên hewanan gundê Başemrê ya giredayî Şerawa topbaran kirin.

Çeteyên Tirkan heman şevê saet 21.00 heta saetên siharê bi topên hewan, obus û çekên giran êrîş birin li ser gundê Eyn Deqnê û Maranez ê Efrînê.

Bi awayekî hemwext arteşa Tirk jî bi çekên giran gundên Xelil û Çeqela ya giredayî navçeya Şiyê ya Efrînê gulebaran kirin.

Di dîroka 23.04.2017’an saet 24.00’an de arrteşa Tirk bi çekên giran gundê Siftek ê dikeve rojavayê Kobanê gulebaran kir.

Çeteyên giredayî arteşa Tirk jî heman şevê bi topên hewanan êrîş birin li ser gundê Başemrê yê giredayî navçeya Şerawa ya Efrînê.

Di dîroka 25.04.2017’an saet 02.00’an de balafirên Arteşa Tirk Çiyayê Qereçox ê giredayî Dêrikê bombebaran kirin. Di êrîş de navenda me ya ragihandinê jî di nav de gelek cih û xalên hêzên me hat hedef kirin û di encam de 20 hevalên me gihiştin şehadete û 18 hevalên me jî birîndar bûn.

Heman rojê saet di 08.00’an de arteşa Tirk li hemberî gundê Korelî ya dikeve rojavayê Kobanê tevgere xwe ya leşkerî zêde kirin û hîn teqwiye anîn herême.

Heman rojê çeteyên giredayî arteşa Tirk jî bi çekên giran êrîş birin gundê Belûn û Maranez ên giredayî Efrînê. Çeteyên Ahrar Şam û El Nûsra yên bi piştgiriya arteşa Tirk tevdigerin jî heman rojê bi topên hewanan êrîş birin li ser gundê Basufanê yê giredayî navçeya Şerawa ya Efrînê.

Di saetên şevê de jî çeteyên giredayî arteşa Tirk bi topên obusan gundê Belûn, Eyn Deqnê û Maranez topbaran kirin.

Di dîroka 23.04.2017’an, saet di 10.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi topên hewanan êrîş birin li ser gundê Elwa ya giredayî Şedadê."