YPG: Emê gelê xwe yê li Girê Spî biparêzin

YPG: Emê gelê xwe yê li Girê Spî biparêzin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku, çekdarên Cebhet El-Nusra êrîşî  taxê kurdan ên Girê Spî (Til Ebyed) dikin û got ku, YPG᾿ê dê erkê xwe yê parastinê pêk bîne û mudaxele bike. Rêveberiya Meclîsa  Leşkerî ya YPG᾿ê bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya hêzên wan bikin da ku gelê Kurd li seranserî Rojava û Sûriyeyê biparêzin.

Li ser êrîşên Cebhet El-Nusra yên li Girê Spî Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, çekdarên Cebhet El-Nusra duh di demjimêr 22.30᾿an de êrîşî taxên kurdan li bajarê Girê Spî kirine û di encamê gelê Kurd  bersiva êrîşan daye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên Cebhet El-Nusra heta îro demjimêrên sibê dom dikin û di encama êrîşan de gelek birîndar hene.

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, Cebhet El-Nusra di çarçoveya êrîşên xwe de bê cûdahî sivîlan direvîne û nijatperestiyê ji Rejima Baas zêdetir pêk tîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, komên çekdar ên Cebhet El-Nusra kurdên Girê Spî ji malên wan derdixîne û hewldidin bajêr ji gelê wê yê sereke vala bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Cebhet El-Nusra cebheyek din di êrîşên xwe vekir û hewildide ku gundên kurdan ên herêmê dagirbike û ji vir êrîşî bajarê Kobanê bike, di çarçoveya êrîşên xwe de komên Cebhet El-Nusra ji aliyê gundê Hebsê û gundê Gor Hese êrîş dike û hêzên YPG᾿ê neçarî bersivdayînê kirine. Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku di encamê de pevçûnên berfireh derketine û pevçûn hîn dom dikin.

Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya YPG᾿ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, hêzên wan li dijî êrîşan bê deng namînin û wih dirêjî da daxuyaniya xwe : ‘’Em wek rêveberiya YPG᾿ê ji gelê xwe re diyar dikin ku, em dê beramberî êrîşên hovane ên li dijî gelê me bê deng nemînin û emê erkê xwe yê parastinê pêk bînin. Em dê bi awayekî yekser li dijî van êrîşan derkevin û gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê li seranserî Rojava û Sûriyeyê biparêzin.’’

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û bi taybet Kobanê hate kirin ku piştgiriya hêzên YPG᾿ê bikin di parastina kurdên li Girê Spî û gundên wê de li dora YPG᾿ê bibin yek.

Di daxuyaniyê de bang li kom û tabûrên Artêşa Azad jî hate kirin ku beramberî  êrîşan û rijandina xwîna gelê Kurd helwesta xwe zelal bikin û yên ku helwesta xwe zelal nekin dê şirîkê rijandina xwîna sivîlan be.