YPG: Em di 3 rojên cejnê de şer nakin
YPG: Em di 3 rojên cejnê de şer nakin
YPG: Em di 3 rojên cejnê de şer nakin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku wan di destpêka Meha Remezanê de diyar kiribû ku di vê meha pîroz heta mecbûr nebin nakevin nava pevçûnan, lê li hemberî êrîşên ku hemû cîhan bêdeng diman neçar mane ku parastina rewa bikin. Fermandariya YPG’ê, aşkera kir ku ji ber cejna pîroz di 3 rojên cejnê de jî nakevin nava şer, lê ger êrîş pêk werin dê parastinê bikin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi munasebeta Cejna Remezanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku YPG’ê di destpêka Meha Remezanê de dîsa bi daxuyaniyekê aşkera kiriye ku ew di vê meha pîroz de nakevin nava pevçûnan, lê ger êrîş pêk werin jî dê bersiv bidin û mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku bi destpêka Remezanê re komên çete yên ku xwe bi navê Îslamê vedişêrin dest bi êrîşên li dijî exlaq û wijdanê kirine, welatiyên sivîl qetil kirine, lê tevahiya cîhanê jî bêdeng maye.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hemberî êrîşan hêzên YPG’ê bersiv dane û berxwedanek bêhempa nîşan dane, di encamê de jî komên çete gelek wendahî dane.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên komên çete didomin, lê YPG ji aliyê xwe ve ji ber cejna pîroz a Remezanê di 3 rojên cejnê de nakeve nava şer, lê ger êrîş pêk were dê parastinê bike. Di daxuyaniyê de têkildarî mijarê ev tişt hatin gotin: “Em ji gelê xwe raya giştî ya Kurd, Sûriyeyê û hemû cîhanê re aşkera dikin ku em ji sibe ve heta 3 rojan şer nakin. Hêzên me wê li cihê xwe bimînin, lê ger êrîşek pêk were em ê mafê xwe yê parastinê bi kar bînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Cejna Remezanê li gelê kurd, Suriyê û hemû alema îslamê hate pîrozkirin û hate gotin ku dê YPG’ê ji bo parastina destkeftiyên gel di hemû şert û mercan de berxwedana xwe bidomîne.