YPG’ê tola Lorîna 12 salî rakir
YPG’ê tola Lorîna 12 salî rakir
YPG’ê tola Lorîna 12 salî rakir
Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Taxa Şêxmeqsûd çalakiya tolhildanê li dijî hêzên rejîma Baas ku duh zaroka 12 salî Lorîn qetil kiribûn pêk anî û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Helebê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî hişyariya YPG’ê ji hêzên rejîma Baas re jî hêzên rejîmê êrîşên xwe li ser Taxa Şêmmeqsûd zêde kirine û bi hawanan êrîşî taxê dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên rejîmê êrîşên xwe yên li dijî sivîlan bê ku cudahiyê bixe nava zarok û jinan pêk tîne. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku herî dawî jî duh di saetên ber êvarê de zaroka 12 salî Lorîn Kinco ya ku li ber Goristanan Zarokan dilîst bû hedefa sekvanên rejîmê û jiyana xwe ji dest da.
‘Me tola Lorînê rakir’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dema hêzên YPG’ê yên di xeta pêşî de agahiya qetilkirina Lorînê girtine ketin nava tevgerê û îro di saetên sibê de li devera El Ewarid çalakiya bersivdayînê li dijî hêzên rejîmê pêk anîne û di encamê de 2 leşkerên rejîmê hatine kuştin.
Di dawiya daxuyaniyê de hêzên rejîma Baas hatin hişyarkirin û ev tişt hate gotin: ‘‘Em wekî hêzên YPG’ê hêzên rejîmê hişyar dikin, ger êrîşî pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û kîjan pêkhate dibe bila bibe kirin. Dê hêzên me bê deng nemîne û çalakiyên bersivdayînê li dijî hêzên rejîmê pêk bîne.’’