YPG’ê nasnameya şervanekî xwe aşkera kir

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê nasnameya şervanê YPG’ê Omer Esad (Goran Amûdê) bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê nasnameya şervanê YPG’ê Omer Esad (Goran Amûdê) bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Berxwedaniya hêzên me YPG/YPJ’ê ya li dijî komên çete yên DAIŞ’ê dewam dike û serketinên mezın bi xwe re tîne.

Ew jî bi saya îradeya ji pola û ruhê fedayî yê yekîneyên me û gelê me yê berxwedêr û welatperwer pêk tê. Di vê berxwedanê de rêhevalê me Goran Amûdê bi lehengî li dijî hêzên hov û tarî berxwedanek mezin û bi qehremantî kir û gihişt asta şehadetê.

Em wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibêjin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê rêyên şehîdan bin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

 

Nasnav: Goran Amûdê

Nav: Omer Esad

Navê Dayikê: Şêrîn

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Amûdê

Cih û Dîroka Şehadetê: Siluk 11-Cotmeh-2015