YPG`ê nasnameya 6 şervanên jiyana xwe ji dest dane eşkere kir

YPG`ê nasnameya 6 şervanên jiyana xwe ji dest dane eşkere kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 6 şervanên ku di pevçûnên li herêma Til Ebyed û gundê Til Elo de jiyana xwe jidest dane eşkere kirin.

Navenda çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxwiyaniyek nivîskî weşand û nasnameya 6 şervanên ku di pevçûnên di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniyat El-Nusra li herêma Girê Spî û gundê Til Elo de jiyana xwe jidest dane eşkere kirin.

Di daxwiyaniyê de hate destnîşankirin ku 5 şervanên di 21'ê Tîrmehê  de li herêma Til Ebyedê  têkilî jiwan hatibûn birîn jiyana xwe jidest dane.

Nasnameya 5 şervanên YPG’ê wiha ne:

Nav: Fehîma Qadir

Nasnav: Peyman Kobanê

Navê Bav:Osman

Cih û Dîroka jidayik bûnê: gundê Dogir /1986

 

Nav: Serhildan Ibrahîm

Nasnav: Nejbîr Kobanê

Cih û Dîroka jidayik bûnê: gundê Xirbistan 1994

 

Nav: Qadir Teyar

Nasnav: Mêlîtan

Cih û Dîroka jidayik bûnê: gundê Dêhaban 1985

 

Nav: Ehmed Kendal

Cih û Dîroka jidayik bûnê: gundê Kendal 1973.

 

Nav: Mihemed Cimo

Navê Bav:Osman

Cih û Dîroka jidayik bûnê: Kobanê  1970. Endamê hêzên asayişê ye.

 

Di daxuyaniya de hate diyarkirin ku şervanekî di pevçûnên li gundê Til Elo yê Çilaxe birîdar bû jî jiyana xwe jidest daye.

Nasnameya şervanê YPG'ê wiha ye:

Nav: Ibrahîm Yûsv

Nasnav: Agirî

Navê Bav:Mihemed.

Cih û Dîroka jidayik bûnê: Girkêlehê- Girziyaretê Çêlê 1983.