YPG’ê li Helebê derbên giran li çeteyan xist
Hêzên YPG’ê li Helebê di çalakiyên bersivdayînê de derbeyên giran li hêzên El-Nusra û Ehrar El-Şam didin, 11 çete hatin kuştin.
Hêzên YPG’ê li Helebê di çalakiyên bersivdayînê de derbeyên giran li hêzên El-Nusra û Ehrar El-Şam didin, 11 çete hatin kuştin.
Hêzên YPG’ê li Helebê di çalakiyên bersivdayînê de derbeyên giran li hêzên El-Nusra û Ehrar El-Şam didin, 11 çete hatin kuştin.
YPG’ê diyar kir ku êrîşên ku di pêşengtiya çeteyên El Nusra de li hember Taxa Şêxmeqsûd a Helebê tên lidarxistin berdewam dikin û çeteyên ku li hember parastina bi bandor û êrîşên dij a hêzên wan bêbandor hatin hiştin û derbên giran xwarin.
Daxuyaniya YPG’ê wiha didome:
4’ê Cotmehê saet derdora 11.00'an de çeteyên El Nusra li hember Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi topên hawana êrîşek li dar xistin. Hêzên me yên di cih de bersivê çeteyên êrîş li dar xistin, çeperên çeteyan xistin. Di encama vî êrîşê dij de maşînek çeteyan a doçka barkirî tevî çeteyên di nav de hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê êrîşê de nehatiye zelalkirin.
4’ê Cotmehê saetên êvarê hêzên me li hember komên çeteyan a nêzî şerîkeya Keşa ya di navbera taxên Şêxmeqsûd û Bostan Paşa de cih bibûn operasyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de bi qasî hat zelalkirin 2 çete hatin kuştin. Hêzên me li vir 2 kleş bi dest xistin.
5’ê Cotmehê di saetên nîvro de çeteyên El Nusra li derdora herêma Sikeyf a bakurê Helebê hewl dan êrîşekê li dar bixin. Hêzên me bersivên tund dan vê êrîşa çeteyan. Li vir çeteyek tevî bêtelek bi awayekî mirî hat bidestxistin.
5’ê Cotmehê di saetên şevê de çeteyên El Nusra li nêzikî gundê Basemre ya navbera Efrîn û Heleb de hewl dan êrîşekê li dar bixin. Piştî destwerdana hêzên me komên çeteyan neçar man ji qadê birevin.
6’ê Cotmehê hêzên me li hember çeteyên Ehrar El Şam a di navbera taxên Bostan Paşa û Şêxmeqsûd de bi cih bibûn operasyonek li dar xistin. Hêzên me di vê operasyonê de kargehek çekan û cebilxanek ya çeteyan hedef girtin. Depoya cebilxane hatiye teqandin, kargêha çekan jî hat derbkirin. Di operasyonê de gelek çete mirin lê hejmara wan nehatiye zelalkirin.
6’ê Cotmehê hêzên me li Taxa Bostan Paşa, li hember komek çeteyan a di nava tevger de bûn operasyonek li dar xistin. Di encama operasyone de maşînek çeteyan a pick-up tevî çeteyên di nav de hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
6’ê Cotmehê hêzên me li herêma Skeyf a bakurê Halebê de nukteyeq çeteyan hedef girtin û li vir 2 çete kuştin.
6’ê Cotmehê di saetên şevê de komên çeteyan li hember Sekin Şebab, Skeyf û çerxarêya Cendol ên bakurê Halebê ne êrîşek li dar xistin. Piştî bersivdayina hêzên me li qadê şerên dijwar qewimî. Di encama van şeran de bi qasî hat zelalkirin 6 çete hatin kuştin, 3 çete jî hat birîndarkirin.
6’ê Cotmehê di saetên şevê de di navbera hêzên me û komên çeteyên dixwestin bikevin Taxa Şêxmeqsûd de şerekî dijwar qewimî. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vî şerî de nehatiye zelalkirin. Hevreyekî me ya di şikandina êrîşên çeteyan de rolekî girîng lîst, bi lehengî şer kir û gihişt şehadete.
Navê hevreyê me ya şehîd wiha ye
Navê Kod: Serfiraz Xelîl
Nav û Paşnav: Beşar Heci Xelîl
Navê Dê û Bav: Necah Hemo-Evdo
Cihê Jidayikbûne: Xirabkê-Şerawa
Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Cotmehê 2015-Şêxmeqsûd