YPG'ê li Cezza û Serêkaniyê operasyon destpê kir
YPG'ê li Cezza û Serêkaniyê operasyon destpê kir
YPG'ê li Cezza û Serêkaniyê operasyon destpê kir
Hêzên YPG'ê li başûr-rojhilatê bajaroka Cezza û başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê operasyonên leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ'ê dan destpêkirin. Heta niha herî kêm 29 çete hatine kuştin.
Girêdayî pêşveçûnên dawî yên li bajaroka Cezza û bajarê Serêkaniyê yên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Navenda Çapemeniya YPG'ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Li başûr-rojhilatê bajaroka Cezzayê li gundê Cidîdê hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyonek dan destpêkirin. Komek çeteyan ku ji bo destwerdanê operasyonê bike ji gundê Misterîha hatin, ketin kemîna hêzên me. Di encamê de 2 wesayît hatin rûxandin û çeteyên têde jî hatin kuştin. Operasyona ku ji du aliyan ve hatiye destpêkirin dewam dike. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin heta niha di operasyonê de 23 çete hatine kuştin, gelek cebilxane û belge hatine desteserkirin.
Li başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê jî nêzî gundê El-Dehma û gundê El-Rawiyê şervanên me li dijî çeteyan operasyonek dan destpêkirin. Di vê operasyonê de 6 çete hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. Hêzên me dest danîn ser 3 keleşnîkof û gelek cebilxane û telefonekê."