YPG’ê 56 çete kuştin, tangek çeteyan desteser kir

YPG’ê 56 çete kuştin, tangek çeteyan desteser kir

Di şerê ku li gundê Til Elo yê girêdayî herêma Çilaxa di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de didome de, tangek çeteyan hate desteserkirin û zêtirî 56 çete hatin kuştin.

Şerê ku di saetên serê sibehê de li gundên Til Elo, Til Elo Xemir, Xirab Bajar û Tehûnê yên herêm Çilaxa ya Girkê Legê bi êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê destpê kirin, didomin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, komên çete windahiyên mezin didin. Hêzên YPG’ê di saetên nîvro de tangek derb kir û tangek jî hilweşand, her wiha wesayitek jî şewitand.

Çavkaniyên YPG’ê ragihandin ku di şerê piştî nîvro yê li gundê Til Elo de tangek hatiye desteser kirin, 3 çeteyên di hundirê tangê de hatine kuştin û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin. Çavkaniyan diyar kirin ku di şer de zêdetirî 56 endamên çeteyan jî hatine kuştin û ji vana li gel cenazeyên 3 kesên di tangê de 21 cenaze di destê YPG’ê de ne.