YPG'ê 19 şervanên ku 2014'an şehîd bûbûn, bi bîr anî
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 19 şervanên ku 2014'an di demên cuda de şehîd bûbûn ragihand.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 19 şervanên ku 2014'an di demên cuda de şehîd bûbûn ragihand.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di daxuyaniya xwe de ya ku li ser malpera xwe weşandî diyar kir ji ber şertên şer yê wê demê nû hatine zelalkirin.
Daxuyaniya YPG'ê ya têkilarî 19 şervanan wiha ye:
''Hêzên me YPG û YPJ’ê sala 2014’an ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi fedekartiyek pir mezin pêşengtî ji şoreşê re kirin. Di wê pêvajoyê de hêzên me YPG- YPJ li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi hemû şêwazan çalakiyên dijî mirovahî pêk tanîn û dixwestin bi vê şêwazê xwe li cîhan û herêmê de belav bike berxwedaniyeke bêhempa nîşan dan. Di vê pêvajoyê de ji herêma rojava hêzên me li Kobanê, Serêkaniyê, Ceza, Rabîa û gelek cihên din li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tekoşîn hat dayîn. Şoreşa Rojava ya ku bi gelek zorî û zehmetiyan hatî bidestxistin, hêzên dagirker xwestin bi destê DAÎŞ’ê vê tune bikin. Dixwestin li herêmê li şûna Demokrasî û azadiyê, koletiyê li gelê herêmê bidin ferz kirin.
Sala 2014’an ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê li herêmê û qada navnetewî pêş diket û bandoreke mezin ava kiribû, li hember rêxistina terorî ya DAÎŞ'ê ya ku bi hemû şêwazên çalakiyê li dijî mirovahiyê li herêmê û qada navnetewî de pêk dianîn û bi vê ve dixwestin li ser piyan bimînin, hêzên me YPG û YPJ ku ji şoreşê re pêşengtiyê dikirin, li hemberî DAIŞ’ê şer û berxwedanên destanî dan û mohra xwe li dîrokê dan. Li Kobanê, Serêkaniyê, Ceza, Rebîa û gelek cihên din yên herêma Rojava di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de di vê demê de bênavber şêrê dijwar qewimîn. Destkeftiyên şoreşa Rojava ku bi kedên mezin û bi berxwedaniyan hat bides xistin, hate xwestin ku bi destê DAIŞ’ê hilweşînin û di herêmê de şûna azadî û demokratîkbûnê jiyana koletiyê bidin avakirin û qebûlkirin.
Di dema pêvajoya berxwedana Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa û Rabîa de, di serî de keç û xortên li çar parçeyên Kurdistanê û ciwanên şoreşger û azadîxwaz yê welatên din dema ku xeteriya dijmin dîtin, berê xwe dan van herêmên têkoşîn lê tê kirin û cihê xwe di nav refên YPG û YPJ’ê de girtin. Bi ruhê seferberiyê û bi fedakariyên mezin ku tevlî berxwedanên li Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa û Rabiayê bûn û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Bi şer û berxwedaniya xwe ne tenê çeteyên DAÎŞ’ê, hedef û armancên dagirkeran yên ku piştevaniya DAIŞ’ê dikirin jî têk birin. Bi vî awayî li giştî cihanê nîşan dan ku ev şoreş, şoreşa gelên bindest û şoreşa mirovahiyê ye. Afirînerên van berxwedanan, şehîdên me ne, ku bi ax û gelê xwe re girêdayî ne, li hember hemû êrîşan tekoşîn kirin û bi vê awayî şehîd bûn.
19 hevalên me yên ku Cotmeha 2014’an li Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa şehîd ketin, ji ber giraniya şer ya wê demê nasnameyên wan nû hatin zelalkirin.
Em şehîdên xwe yên qehreman yên li Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa, Rebîa û li heremên din yê bi xwîna xwe nirxên mezin dane avakirin bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Em ji malbatên şehîdan yê hêja û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."
Li gorî daxuyaniya YPG'ê nasnameya şehîdan wiha ne;
Nasnav: Bişeng Dilbarîn
Nav û Paşnav: Zelîxa Yîmez
Navê Dayikê: Heybet
Navê Bav: Ebdilrehîm
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Demê Şehadetê: Rebîa / Gundê Mehmûdiyê / 5’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Canfeda Rênas Gulan
Nav û Paşnav: Recep Kalabalik
Navê Dayikê: Nîgar
Navê Bav: Sabir
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Cih û Demê Şehadetê: Cezaa / 6’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Çekdar Baran
Nav û Paşnav: Xelîl Yilmaz
Navê Dayikê: Nesrîn
Navê Bav: Ebdulah
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Cih û Demê Şehadetê: Cezaa / 6’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Çekdar Botan
Nav û Paşnav: Yusuf Gol
Navê Dayikê: Salîha
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Dema Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 19’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Dersim Cudî
Nav û Paşnav: Îsa Sanirci
Navê Dayikê: Sabriye
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 3-5'ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Ehmed Havîn
Nav û Paşnav: Xalid Beştaş
Navê Dayikê: Azîme
Navê Bav: Ebdilezîz
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Cih û Demê Şehadetê: Cezaa / 1’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Elîşêr Amed
Nav û Paşnav: Şerafettîn Arhan
Navê Dayikê: Guzel
Navê Bav: Fewzî
Cihê Jidayikbûnê: Erzurum
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 19’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Êrîş Andok
Nav û Paşnav: Mahir Polat
Navê Dayikê: Ferîde
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 5’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Ferhad Wan
Nav û Paşnav: Cevat Demîr
Navê Dayikê: Hediye
Navê Bav: Resul
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Cih û Demê Şehadetê: Cezaa / 1’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Kawa Timoq
Nav û Paşnav: Xelîl Argîs
Navê Dayikê: Zehra
Navê Bav: Osman
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an
***
Nasnav: Mazlum Serhed
Nav û Paşnav: Nîhad Sarihan
Navê Dayikê: Aynur
Navê Bav: Samîl
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 28’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Rêdur Bargiran
Nav û Paşnav: Sabrî Ertan
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an
***
Nasnav: Rojvan Yilmaz
Nav û Paşnav: Îbrahîm Aybay
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Şikrî
Cihê Jidayikbûnê: Edenê
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 19’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Rubar Amed
Nav û Paşnav: Serhed Ozbeklî
Navê Dayikê: Zarîfe
Navê Bav: Samî Metîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 1’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Rubar Mêrdîn
Nav û Paşnav: Yaqup Tunç
Navê Dayikê: Şikriye
Navê Bav: Şikrî
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an
***
Nasnav: Rûstem Cudî
Nav û Paşnav: Yunus Akan
Navê Dayikê: Medîne
Navê Bav: Hisên
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 9’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Şahîn Kurdistan
Nav û Paşnav: Selam Gûven
Navê Dayikê: Melîha
Navê Bav: Ramazan
Cihê Jidayikbûnê: Edenê
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 21’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Sîdar Mazlum
Nav û Paşnav: Mucahîd Çelîk
Navê Dayikê: Zeynep
Navê Bav: Feyzullah
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 1’ê Cotmeha 2014'an
***
Nasnav: Welat Devran Berçelan
Nav û Paşnav: Velat Gûr
Navê Dayikê: Sekna
Navê Bav: Omer
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an