YPG: Di şerê duh de li Kobanê 9 çete hatin kuştin

YPG: Di şerê duh de li Kobanê 9 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî çalakiyên YPG/YPJ'ê derbên giran dixwin, bi avêtina topên hawanê hewl didin zerarê bidin sivîlên li navenda Kobanê. Di çalakiyên YPG/YPJ'ê yên duh bi şev de herî kêm 9 çete hatin kuştin û hejmarek zêde cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 73'an de dewam dikin. Hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ bi çalakiyên xwe derbên giran li çeteyan didin û komên çete jî dixwazin bi avêtina topên hawanê yên li dijî bajêr encaman bi dest bixin.

Navenda Çapemeniyê da zanîn ku duh bi şev li eniya rojhilat di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û komên çete de cih bi cih şer qewimî, lê agahiyeke zelal li ser encamê şer bi dest neketiye.

Di dewama daxuyaniya navendê de ev agahî hatin dayîn:

"Hêzên me li eniya rojhilat beriya bi 2 rojan li herêmên rizgarkiribûn lêgerînek dan dest pê kirin û di encamê de gelek cebilxane û çekên çeteyan bi dest xistin. Cebilxaneyên hatine desteserkirin jî wiha ne:
4 B-7 roket-avêj, 22 guleyên roket-avêj û yê ku agir pêdixe (HV), 2 çekên BKC û 3 hezar guleyên wê, 2 keleşnîkof û 2 hezar û 500 guleyên wê, 40 bombeyên destan, 10 rext, demançeyek, 2 dûrbînên şevê, 1 dûrbîna rojê, kamera, alavên tendurustiyê û şûr.

LI ENIYÊN BAŞÛR Û BAŞÛRROJAVA 9 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya başûr jî duh tevahiya şevê hêzên me li dijî komên çeteyan çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de motorsîkletek çeteyan hat îmhakirin û 7 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. 

Li başûr-rojavayê Kobanê li gundikê Erbûşê jî li dijî komên çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de jî 2 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin."