YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin

YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyê diyar kir ku di şer û pevçûnên dijwar ên duh bi şev li Kobanê de herî kêm 60 çete hatine kuştin. Di şer de 9 şevanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser şer û pevçûnên duh êvarê heta ber destê vê sibehê de daxuyaniyek weşand.

Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 24. de jî dewam dikin û got, "Çeteyên DAIŞê ji Raqa, Dêra Zor, Mimbic, Til Ebyad û ji hin deverên Iraqê hêz û çek û cebilxaneyên anîn êrîşî Kobanê dikin. Li hember van êrîşên giran hêzên me jî bi awayekî bêhempa li ber xwe didin. Di 24 saetên dawî de, çeteyên DAIŞê ji rojava, başûr û rojhilatê Kobanê êrîşên dijwar pêk anîn, lê şervanên me bi îrade û biryardariyeke xurt bersiv dan û çeteyan gelek windahî dan."

WESAYÎTA BOMBEBARKIRÎ YA ÇETEYAN DI NAV WAN DE HAT TEQANDIN: 26 ÇETE MIRIN

Di daxuyaniyê de der barê encamên pevçûnên duh de ev agahî hatin dayîn:

"Duh piştî nîvro, ji eniya rojhilatê bajêr destpêkirin û li sê eniyên din êrîş kirin û şer heta derengiya şevê dewam kir. Li van eniyan jî şervanên me êrîşên wan şikandin. Wekî din, çeteyên DAIŞ'ê hewl dan, ku li hember hêzên me bi wesayitên bombebarkirî êrîşên întîharî pêk bînin. Di encama mudexeleya şervanên me de ev wesayit di nava komên çete de hatiye teqandin. Li gor tespîta hêzên me di vê eniyê de giştî 26 çete hatine kuştin.

LI MIŞTENÛR Û ENIYA BAŞÛR 22 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya Miştenurê jî, duh danê êvarê şerên dijwar qewimî û li vir jî 13 çete hatin kuştin û topeke 57 jî hatiye rûxandin.

Li eniya Başûr jî jî şerekî sîng bi sing pêk hat û li vir jî 9 çete hatin kuştin.

LI ENIYA ROJAVA 12 ÇETE HATIN KUŞTIN

Ji duh êvarê û vir ve li hember eniya rojavayê Kobanê çeteyan 7 êrîş pêk anîn, lê ji aliyê hêzên me ve hatine şikandin û di van şeran de jî 12 çete hatine kuştin.

9 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Di 24 saetên dawî de, 9 hevalên me li hember êrîşên çeteyên DAIŞê berxwedaneke bêhempa û destanwarî nîşan dane û bi rihê fedayitiyê bi qehremanî şehîd bûn."