YPG bîlançoya operasyona Til Xelef aşkera kir
YPG bîlançoya operasyona Til Xelef aşkera kir
YPG bîlançoya operasyona Til Xelef aşkera kir
YPG'ê da xuyakirin ku di encama “Operasyona Şehîd Çekjîn a Şoreşgerî” gundê Keşto yê li ser riya Til Xelef ji çeteyan hatiye rizgarkirin. YPG'ê destnîşan kir ku di operasyonê de çeteyan bi dehan windahî dane û gelek alavên wan ên leşkerî hatine desteserkirin.
Navenda Ragihandina YPG’ê derbarê operasyona ku şevêdin li ser riya Til Xelef li dijî komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) hatibû destpêkirin û heta serê sibehê dom kiribû de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyona bi “Opersyona Şehîd Çekjîn a Şoreşgerî” ji bo bersivdayîna êrîşên komên çete ya li dijî kurdên Reqayê û êrîşa li ser benda kontrolê ya li ser riya Hesekê û Amûdê pêk hatibû hatiye lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon li dijî biryargeha komên Dewleta Îslam ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra û çeteyên girêdayî wan yên li ser riya Til Xelef û Serêkaniyê hatiye pêkanîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyonê de gundê Keşto bi temamî hatiye rizgarkirin, her wiha li dijî biryargehên çeteyan ên Tehûnê û Mezra çalakî hatine lidarxistin û di encamê de komên çete kuştî û çekên xwe li pey xwe hiştine û reviyane.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê di çalakiya xwe de 12 çekên ferdî, 3 çekên BKC, wesayîteke ku doçka li ser û hejmareke mezin cebilxane û alavên leşkerî destser kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin bi dehan endamên komên çete hatine kuştin û ji vana 7 cenaze ketine destê wan.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di dema pevçûnan de komên çekdar birîndarên xwe û bi alîkariya ambûlansên dewleta tirk derbasî serxetê kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çete saet di 04.00’an de hewl dan êrîşeke dijber pêk bînin lê, rastî bersivdayîna hêzên YPG’ê hatine û êrîşa wan hatiye şikandin.
Navenda Ragihandina YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta tirk ji destpêka êrîşên komên çete yên li dijî Rojava alîkariya wan dike. Di daxuyaniyê bang li Tirkiyê hate kirin ku dest ji van kiryarên xwe berdin û alîkariya ji El Nusra ne di berjewendiyê gelê Tirkiyê deye.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dê hêzên YPG’ê ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê û heta herêmê ji çeteyan bê paqijkirin “Operasyona Şehîd Çekjîn” bidomîne. Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li hemû gelê herêmê hate kirin ku cûdatiyên xwe yên fikrî, siyasî bidin aliyekî û ji bo parastina herêmê hêz bidin hêzên YPG’ê.