YPG: 70 leşkerên rejîmê li gel 2 tangan dîl hatin girtin
YPG: 70 leşkerên rejîmê li gel 2 tangan dîl hatin girtin
YPG: 70 leşkerên rejîmê li gel 2 tangan dîl hatin girtin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku, piştî ku balefirgeha Minix ketiye destê Artêşa Azad baskekî leşkerî yê artêşa Sûriyeyê ku ji nêzî 70 leşkeran pêk tê, bi 2 tangan reviyan û ketine kemîna YPG’ê. YPG’ê destnîşan kir ku, piştî pevçûnek dem kurt 70 leşker li gel tangan hatine dîl girtin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG’ê diyarkir ku, şevê din di demjimêrên dereng de Balefirgeha Minix ya di navbera Efrîn û Helebê de ku ev demek bû dibin dorpêçkirina Artêşa Azad de bû, ketiye destê Artêşa Azad. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, piştî balefirgeh ket, baskekî leşkerî yê artêşa Sûriyeyê ku ji nêzî 70 leşkeran pêk tê, bi 2 tangan dema direviyan ketine kemîna YPG’ê. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, piştî pevçûneke dem kurt, 70 leşker li gel herdu tangan dîl hatine girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, leşker hatine girtin û dê li gorî hiqûqa şer û dîlan a navnetewî nêzîkahî bê nîşandan.