YPG: 12 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin

YPG: 12 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin

Li Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê di navbera YPG û hêzên rejima Sûriyeyê de pevçûnê rû da û di encamê de 12 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku, di pevçûnên duh di navber şervanên YPG᾽ê û hêzên rejîma Baas de yek jê segvan bi giştî 12 leşker hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, hêzên rejîma Baas ji aliyê Mexselet El-Cezîre û devera El-Ewarid êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin û hewl dan têkevin taxê de. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, di encama bersivdayina şervanên YPG᾽ê de pevçûn rû dan û di pevçûnên duh ku hîn didomin de 12 leşker hatin kuştin.