Yolerî: Tecrîd dema ku li Îmraliyê qediya wê her tişt biqede

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî got grevên birçîbûnê hemû civakê vedihewînin û got, peşî divê tecrîd li Imraliyê rabe.

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî têkilî greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Yolerî li ser hevditina birayê Ocalan Mehmet Ocalan a li bi Abdullah Ocalan re got, ji bo serê kesên ku çalakiya greva birçîbûnê şolî bikin ev rêbaz ji hêla dewletê ve hatiye bikaranîn û got, ji bo ku Ocalan dijî ev nayê maneya ku ji mafên xwe ne yî bêpar e.

'
'TECRÎD TEVAHIYA CIVAKÊ TÊKILDAR DIKE'

Yolerî got greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirî tevahiya civakê têkildar dike û got, ''Li hemû girtîgehan tecrîd heye lê tekane xala greva birçîbûnê tecrîda li ser Imraliyê û Ocalan e. Ji ber ku tecrîd ku li Imraliyê bi dawî bû, li girtîgehên din jî wê bidawî bibe, baweriyeke wiha heye û ev rast e. Ji ber vê jî li ser vê xalê hatiye rawestandin û beşekî girîng ê civakê jî wiha dibîne û nirxandineke rast dike. Ji bo vê jî em dibînin li Imraliyê heta ku tecrîd neyê şikandin grevên birçîbûnê wê bidomin. Ji ber ku derdê sereke ya vê çalakiyê ew e ku bi aştî û demokrasiyê re têkildar e.''

'DIVÊ JI DERVE MIROV BIBE DESTEK'

Yolerî bi domdarî got li derve ji bo greva birçîbûnê gelek tişt dikarin werin kirin û got, ''Heke îro em vê têkoşînê bi hundir re sînordar bikin û ji wir nîqaşa wê bikin em ê şaşîtiyekê bikin. Hê ji serî de tişta ku jê re neserkefin tê gotin li wir em ê bi destê xwe binivsin. Ji bo vê jî muxatabê sereke li derve ye, divê mirov ji bîr neke, amûrên têkoşînê zêdetir divê li derve rêxistiniya wan were kirin. Di vê mijarê de peywirên pir taybet dikevin ser milê me. Dikeve ser parêzvanê mirovan, hiqûqnas û siyasetmedaran. Heke em têkoşînê li derve nekin, an jî bi amûrên cuda nedomînin, encamek ji vê dernayê.''

'OCALAN HETA KU NIKARIBE MAFÊN XWE BI KAR BÎNE, TECRÎD DIDOME'

Yolerî herî dawî li ser hevdîtine demkurt a Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re got, dewlet çi dema ku tengavî dibe ji bo ku serê civakê şolî bike gavên wiha davêje û got, ''Biya min dewlet ji bo ku çalakgeran ji vê çalakiyê dûr bixe ev gav avêt. Ango dewlet li bendê ye ku were gotin, ''tenduristiya wî baş e, ne hewce ye ku mirov zêdetir tişt bike.'' 
Yolerî wiha domand: ''Di şexsê Ocalan de ji bo ku mirov qebûl bike ku bi rengê mirovbûnê hebûna xwe didomîne, divê mirov zanibe di wan şertan maf û azadiya xwe dikare bi kar bîne. Ji bo vê jî divê bikaribe parêzerên xwe bibîne, divê bi derve re têkiliya wî hebe, divê malbata xwe bibîne û zêdetir tişt hewce ne. Ji ber ku, weke her girtî yî, mafên Ocalan jî hene, û heta ku van mafan nikaribe bi cih bîne, ev tê maneya ku tecrîda giran heye.''