YNK piştî têkçûna hilbijartinê kongreya xwe dicivîne

YNK piştî têkçûna hilbijartinê kongreya xwe dicivîne

YNK ya Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, ji damezrandina xwe û vir ve di nava 38 salan de cara çaremîne kongreyê lidar dixe. Kongre wê di 31'ê Çileyê de pêk were û li gorî kongreyên din wê ji gelek aliyan ve di şert û mercên cuda de pêk were.

YNK, ku di hilbijartinên parlamenta herêmî ya 21'ê Îlonê de derbek giran xwar û piştî PDK û Goran bi 18 kursiyan bû partiya sêyemîn, dema kongreya xwe ya çaremîn diyar kir.

Berpirsyarên YNK'yî, ku ji bo nirxandina encamên hilbijartinê di 7'ê Cotmehê de li Silêmanî hatin cem hev, biryar dan di 31'ê Çileya sala 2014'an de kongreyê lidar bixin.

YNK DÊ LÎDERÊ XWE YÊ NÛ HILBIJÊRE?

Dema pêkhatina kongreya çaremîn, ji bo YNK'ê xwedî gelek nûbûnane. Kongre, dê di rewşeke ku Celal Talabanî yê ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî û li nexweşxaneyeke li Elmanyayê tê dermankirin ne li ser serê partiya xwe ye, pêk were. YNK her wiha yekemcar e, demeke kurt piştî kongreyê, kongreya xwe ya nû dicivîne.

Rêveberên YNK'yî ji mêj ve ji bo hilbijartinan sekretrekî nû yê giştî, nîqaşan dimeşînin. Ji ber nediyariya rewşa tenduristiya Celal Talabanî, ev nîqaş di demên dawî de zêdetir bûn. Mijareke din a bingehîn di rojeva YNK'ê de cih digire jî, têkiliya ji niha û pê ve li gel PDK ya bi serokatiya Mesûd Barzanî ye, ku bi 38 kursiyan bû partiya yekemîn. YNK'yî ev çend meh in bi awayekî zelal dibêjin, ew dixwazin dawî li hevkariya stratejîk a heyî ya li gel PDK'ê bînin û xwe ji rewşeke cîgiriya PDK'ê rizgar bikin. Kongreya dê di dawiya meha Çileyê de pêk were, di mijara vîna guherînê ya YNK'ê de jî gelekî girîng be.

DI NAVA 38 SALAN DE 3 KONGRE PÊK ANÎ

YNK, 38 sal beriya niha di 1'ê Hezîrana sala 1975'an de li Şamê ji aliyê Celal Talabanî ve hat avakirin. YNK ku kongreya xwe ya yekemîn di sala 1992'an de pêk anî, kongreya duyemîn jî di sala 2000 de lidar xist. Hin çavdêrên siyasî yên Başûrî di wê baweriyê de ne ku kongreya di sala 1992'an de li hev kom bû, ne kongreyek konferansek bû. Di rewşek bi vî rengî de diyar dibe ku YNK di nava 35 salan de bi tenê carekê kongreya xwe pêk aniye. Kongreya sêyemîn li demeke ku tevgera Goran di siyaseta li Başûrê Kurdistanê bi hêz derket holê de, rast hat. YNK'ê di kongreya sêyemîn a di Hezîrana 2010'an de her çend soza "guhertinên girîng" da jî, vîneke guherînê ya li gorî demê nekarî nîşan bide. Perçebûna li nava YNK'ê di 2004'an de destpê kiribû û partiyê gelek deng winda kiribû.

YNK, ku di kongreya 2000 de pirsgirêkên xwe yên navxweyî nekarî çareser bike, piştî çar salan yanî di 2004'an de nîqaşên tund destpê kiribûn. Di encama hejîna li nava partiyê de komên mûxalefetê yên bi pêşengiya Kosret Resûl û Noşîrvan Mûstafa li hemberî Talabanî serî rakiribûn. Talabanî ji bo hevsengiya mûxalefetê biparêze hewl da rêyeke lihevkirinê peyda bike, lê belê guhertina pêwîst çê nebû. Di sala 2006'an de Norşîrvan Mûstafa ji YNK'ê veqetiya.

YNK PERÇE BÛ Û LAWAZ BÛ

Bi bandora şert û mercên civakî, aborî û siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li dû dagirkeriya DYE ya Iraqê di sala 2003'an de destpê kir, Norşîrvan Mûstafa di sala 2009'an de tevgereke mûxalefetê derxist pêşiya YNK'ê û ev yek bû yek ji hêzên bingehîn ên li herêmê. Ev hêza ji nava YNK'ê derket, qeleha YNK'ê Silêmanî ji destê YNK'ê girt û di hilbijartinên giştî yên Iraqê yên Adara 2010'an de 8 parlamenter şand Bexdayê. Di hilbijartinên parlamentê yên 21'ê Îlona 2013'an de jî Tevgera Goran 24 kursî bi dest xist û veguherî hêza duyemîn a li herêmê.

Berevajî YNK'ê, PDK ji sala 1946'an dema damezrandina xwe û vir ve 13 kongre lidar xist. Kongreya herî dawî ya PDK'ê di Kanûna 2010'an de pêk hat û di navbera vê kongreyê û kongreya 12. de 10 sal dem hebû. Ne diyar e ku PDK dê kongreya xwe ya di rêzê de kengî lidar bixe.