YJK-E: Heta ku Erdogan bicehime em ê li qadan bin

YJK-E'yê ji bo Rojava banga mezinkirina berxwedanê kir û diyar kir, "Heta ku Erdogan ê faşîst û çeteyên wî yên dagirker ji xaka me bicehimin em ê li qadan bin."

Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dijî Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li çar aliyên dinyayê mirov li kolanan, meydanan, dibistanan û parlamentan dengê xwe bilind dikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo mafdariya xwe hîn bêhtir nîşan bidin, ji bo komkujiyên li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin rawestînin divê ew hîn bêhtir dengê xwe bilind bikin.

 Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heta ku Erdogan ê faşîst û çeteyên wî yên dagirker ji xaka me bicehimin em ê li qadan bin. Em bang li her kesên ku xwe mirov dibînin dikin ku bi deng, gotin, çalakiya xwe tevlî vê têkoşînê bibin."