YJA: Kuştina her jinekê, kuştina ahlaq û azadiyê ye
YJA: Kuştina her jinekê, kuştina ahlaq û azadiyê ye
YJA: Kuştina her jinekê, kuştina ahlaq û azadiyê ye
YJA’yê qetilkirina, endama Meclisa Jinan a Kuçukçekmece ya BDP’ê Zelîhe Sîncar ku di 1’ê îlonê de dema diçû mîtîngê ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin, bi zimanekî tund rexne kir û got: “Kuştina her jinekê, kuştina ahlaq û azadiyê ye.” YJA’ê da zanîn ku ji bo kuştinên jinan bê rawestandin divê li her qadê têkoşîn bê bilindkirin û bi têkoşîna rêxistina jinê re dê mêrên derewkar û zalim bên derbaskirin.”
Koordînasyona YJA’ê der barê qetilkirina endama meclsa Jinan a Kuçukçekmeceya BDP’ê Zelîhe Sîncar de ku dema diçû mîtînga 1’ê îlonê ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin, daxuyaniyek da.
YJA’yê wiha got: “Di rojeke ku hemû gel bi hesreta aştiyê diherike qadan, di vê êrîşa qirêj ya di esasa dijminahiya li dijî jiyana azad û azadiya jinê pêk hatiye, me hevaleke xwe ya jin ya welatparêz wenda kir. Di encama êrîşa hovane ya mêrê zalim û derewkar de endama meclisa BDP’a Kuçukçekmeceyê Zelîhe Sîncar hat qetilkirin û em vê êrîşê şermezar dikin.”
Koordînasyona YJA’yê wiha got: “Avabûnên pergala baviklarî, qetilkirina jinan didomîne. Kuştinên jinan ji lezgîniya xwe tu tişt wenda nekiriye û her tim pêk tê. Zihniyeta serdet ya jinê wek mulkiyeta taybet dibîne mafê kuştin, mirin û gotinê bi xwe re dibîne. Ji bo civaka zayendparêz her tim hebe, şertê yekemîn eve ku jin di bin kontrolê de bên girtin. Ji ber vê jî li ser jinan mekanîzmayên kontrolên mirinê tên meşandin. Di encama vê zîhniyetê de qetilkirina jinan pêk tê û didome. Jin di warê civakî û çandî de kirine bin dagirgeriyê. Ji hest bigire heta nêrînê ji nêrînê bigire heta bedenê, jin xistine kemîna mirinê. Şîdeta li ser jinê li her qadê rêxistinkirî û sîstematîk e. Ev şîdeta li hemberî jinê, di encama pergala serdest ya mêr de pêk tê.
Ji bo ji şîdetê re bêj e ‘BES’ divê pergal û nêzîkatî ji holê bê rakirin. Heta ev pergal û avabûn neguherin dê ev komkujî jî bi dawî nebin. Em jin ji bo ku ji komkujiyan re bêjin êdî bes e, divê em li her qadên jiyanê têkoşîna xwe ya rêxistibûnê bilind bikin. Bi têkoşîna rêxistibûnê ya jinê re dê mêrên zalim û derewkar ji holê rabin. Heta ku ev mekanîzmayên kujer ji holê ranebin dê aştiya rastîn neyê ser van axan. Şîdet tenên li jinê naxe, li hemû civakê dixe. Di vê esasê de têkoşîna bi şîdetê re, têkoşîneke civakiye. Di serî de jinên kurd û hemû jin divê di vê esasê de têkoşîna xwe bilind bike. Kuştina her jinekê, kuştina ahlaq û azadiyê ye. Di vî warî de em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li ahlaq û azadiyê derkeve.