Yilmaz Yavûz ê 30 salan girtî hate berdan

Yilmaz Yavûz ê 30 salan girtî ji Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hate berdan.

Yilmaz Yavûz (48) ê ku 30 salan li girtîgehên cuda girtî ma, piştî ku dema ceza bi dawî bû ji Girtîgeha Şakran a Îzmîrê hate berdan. Yavûz ji aliyê malbata wî, endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) ve hate pêşwazîkirin.

Yavûz silavên girtiyan ragihand û ber bi Manîsayê ve bi rê ket ku malbata wî lê dimîne.

Yilmaz Yavûz ku cezayê lê hatibû birîn beriya 3 mehan temam bûbû, ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir ji aliyê Desteya Çavdêriya Rêveberiyê ya Girtîgehê ve berdana wî ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin.