Yilmaz: Xwedîderketina li xwerêveberiyê divê wezîfeya hêzên demokrasiyê be

Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz, di serî de HDP û HDK'ê bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku xwedî li xwerêveberiyê derkevin û destnîşan kir, ku ne tenê li kurdistanê divê li her qada rêxistinbûyîn lê heye, xwerêveberî bê îlankirin.

Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz, di serî de HDP û HDK'ê bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku xwedî li xwerêveberiyê derkevin û destnîşan kir, ku ne tenê li kurdistanê divê li her qada rêxistinbûyîn lê heye, xwerêveberî bê îlankirin.

Hevserokê Partiya Jinûve Rizgariyê ya Sosyalîst (SYKP) Tûncay Yilmaz, şerê AKP û Erdogan li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dane destpêkirin û ragihandinên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

'ERDOGAN DI NAVA ŞERÊ SERFERMANDARIYÊ DE YE'

Yilmaz anî ziman ku dema ew bûyer û qewimînên dawî yên li Tirkiyeyê bi awayekî giştî binirxînin, dikare were gotin ku Erdogan xwe di nava şerê meydanê yê serfermandariyê dibîne û got, "Erdogan dixwaze qada siyasî ne tenê li gorî rejîma serokatiyê, di heman demê de li gorî rejîma serfermandariyê dîzayn bike. Vê yekê jî ne bi siyasetê, hewl dide bi şer bike. Bê guman ev yek ne tenê ji aliyê Erdogan ve tê kirin, li pişt wî hêzên sermayeya herêmî û global heye."

'ERDOGAN DIZANE WÊ DERKEVE PÊŞBERÎ DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ'

Yilmaz diyar kir ku Erdogan ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê, li gelemperiya Rojhilata Navîn sûcekî mezin ê şer dike û ev xal destnîşan kir: "Ji ber van kiryarên xwe Erdogan pêşeroja xwe di Dadgeha Ceza ay Navneteweyî de dibîne. Baş dizane ku ji ber van hemû sûcên xwe, eger ji desthilatdariyê bikeve cihê ew ê biçe Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ye û heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bê ragirtin."

Yilmaz da xuyakirin ku yên bi Erdogan û AKP'ê re tevdigerin, hevparê van komkujiyên tên kirin e û destnîşan kir, ku her kesên tevlî van bûyeran bûne wê bibin parçeyek ji darizandina li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî."

'DIVÊ BANG LI PKK'Ê NEYÊ KIRIN, BANG LI LEŞKERAN BÊ KIRIN'

Hevserokê SYKP'ê Yilmaz da zanîn ku PKK ev demeke dirêj e li cem aştîxwazan cih digire û der barê bangên vê dema dawiyê ji bo sekinandina şer û pevçûnan tê kirin de ev nirxandin kir:

"Eger em ê bang li hina bikin, divê ev yek aliyê din be. Ne dewlet an jî AKP, divê em bang li leşkerên di vî şerî de tên bikaranîn bikin. Bi kampanyayên xurt re divê em ji leşkeran û malbatên leşkeran re bêjin ku ev şer ne şerê we ye. Nerazîbûnên leşkeran ên di dema dawî de derketin holê girîng in. Yên payebilind jî vê nerazîbûnê nîşan didin. Tevî vê yekê jî eger destekeke civakî ji vê nerazîbûnê re nayê nîşandan, peydakirina vê destekê wezîfeya me ye.

Cihê ku bang lê bê kirin ne PKK ye. Ji xwe PKK êrîş nake, bi tenê li dijî êrîşên li hemberî xwe û gel, di pozîsyona parastinê de ye. PKK dixwaze vê bêje, 'Ez li hemberî êrîşên de bêçare nînim. Eger tu dixwaze bi vê rêyê biaxive, mafê min jî heye ez jî bi vî rengî biaxivim. Ez jî dikarim xwe bi vê rêyê biparêzim'. PKK ji vê zêdetir gavekê neavêje.

Ji ber vê yekê divê em bangê li PKK'ê nekin. Girîng e em li gelên Tirkiyeyê bikin ku bang li zarokên xwe yên li leşkeriyê bikin û zarokên xwe yên din jî neşînin leşkeriyê. Divê em ji gel re vebêjin ku ev şer ne şerê gel e."

'DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ XWEDÎ LI XWERÊVEBERIYÊ DERKEVIN'

Yilmaz der barê xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin de diyar kir, ku ji ber rewşa şer ev xwerêveberî bi têrkerî nehatiye vegotin û ev nirxandin kir:

"Ji ber ku di rewşeke şer de hat ragihandin, rewşeke welê derket holê ku xwerêveberî bi tenê ji bo xweparastina li hemberî hêza dijber hatiye ragihandin. Halbûkî xwerêveberî bi tenê ji xweparastinê pêk nayê. Tevî ku niha bi tenê weke xweparastinê tê fêmkirin jî divê em îlana xwerêveberiyê weke 'nebe nabe' qebûl bikin. Eger li navçe, bajar, tax û gundekî, polîs, qeymeqam, walî, miftî yanî hemû wezîfedarên dewletê yên ji aliyê sîstema navendî ve hatine wezîfedarkirin li dijî gel bin, wê gelekî xwezayî ye gel biryara xwe bi xwe bigire.

Ji ber rewşa şer, xwerêveberî bi tenê weke xweparastinê hat dîtin, dewletê jî ev yek bi awayekî cuda da nîşandan. Halbûkî xwerêveberî, ji ekolojiyê heta ekonomiyê û rewşa sosyolojîk tê wê wateyê ku gelê li wê herêmê li ser her mijarê biryara xwe bi xwe bide.

Bi xwerêveberiyê re tu dixwazî vê bêje; 'Xwişk û birayên min ên li Derya Reş, tuyê buhayê findeqê xwe diyar bike, wê pêwîstî pê nebe ku hinek mirovên din buhayê berhemên te diyar bike'. Xwerêveberî ji sîstema dewleta navendî ya êdî nema dikare bi rêve bibe, derbasbûna sîstema rêveberiya herêmî ye.

Îlankirina xwerêveberiyan û jîndarkirina wan, di serî de HDK û HDP wezîfe û berpirsyariya hemû hêzên çep sosyalîst e. Ev sîstem ji xwe di nava perspektîfên civakê yên hemû hêzên demokrasiyê de heye. Îlana xwerêveberiyê û bicihanîna wê, divê bi herêmekê bi sînor nemîne. Li her qada rêxistinbûyîn lê heye, divê were amadekirin û avakirin.

Ji aliyê polîtîk ve bicihanîna vê divê wezîfeya me hemûyan be. Divê em rê û rêbaza rast bibînin ku vê yekê bi rastî ji gelên Tirkiyeyê re vebêjin. Pêwîste em xwerêveberiya li Edîrneyê ji pozîsyona pevçûna bi dewletê û polîsan derxînin. Dema em vê bikin, em ê karibin xwerêveberiyê bi 16 mîlyon karkeran, bi malbatên wan bidin fêmkirin, ku bi qasî nan û avê pêwîstiyeke. Gelê Kurd dest bi ceribandina vê sîstemê kir. Ya dikeve ser milê me fêmkirin û bicihanîna vê ye. 

'DI 1'Ê MIJDARÊ DE YA WÊ DEMOKASÎ BI SER BIKEVE YAN JÎ POLÎTÎKA ŞERÊ NAVXWEYÎ'

Hevserokê SYPK'ê Tûncay Ylimaz da xuyakirin ku encamên hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê ya wê rê li ber darbeyeke leşkerî, ya şerekî navxweyî yan jî demokratîkbûyînê veke û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Nêrîneke heye ku difikre bijarka darbeya leşkerî li Tirkiyeyê ji holê rabûye. Lê belê Hûlûsî Akar ê di 30'ê Tebaxê de ji bo serokê fermandariya giştî ya hilbijartin, kesekî ji aliyê DYA û NATO ve bi taybetî hatiye gihandin e. Eger Tirkiye vê rêveçûnê yanî rewşa kaosê ya bi Erdogan re nesekinîne, dibe ku Tirkiye veguhere Misirê. Binêrin Misir ji Mubarek xilas bû. Biratiya Misilman aktorê bingehîn ê vê xilasbûnê bû. Serkêşê wê Mûrsî jî ji aliyê Sîsî ve bi darbeyê hat xistin. Niha Mûrsî bi mirinê hatiye cezakirin.

Serokê nû yê fermandariya giştî yê Tirkiyeyê jî dikare bibe Sîsî, Erdogan jî bibe Mûrsî. Divê Erdogan neçare hay ji xwe hebe. Û li Tirkiyeyê kevneşopiya darbeyê her tim ji rastgiran aciz dibe lê li hemberî çepgiran, tevgera azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê tê meşandin. Eger ev pêk were, em ê jî bi demeke nû re rû bi rû bibin.

Ya duyemîn jî şerê navxweyî ye. Eger bloka sermayeyê çi dibe bila bibe li pişt AKP'ê bisekine û destekê bide AKP'ê, ev pêvajo her tim bi şêweyê şerekî kêm dewam nake. Divê civaka Tirkiyeyê vê bibîne, gelên herêmê vê bibîne. Her du alî jî şerekî bi kontrol dimeşînin. Ya ku pêvajo anî vê nuqteyê polîtîkaya AKP'ê ye. AKP dixwaze destketiyeke siyasî ji vî şerî werbigire. Lê belê eger ev pêvajo dewam bike û em nikaribin asteng bikin, wê siyaset bê hikum bimîne û hingî çek wê biaxivin, yanî şerê navxweyî. Dema şerê navxweyî derket jî, yên ku niha bend di destê wan de ye, divê bibînin ku ew bend wê destê wan lingê wan girê bide û li qirika wan bigere.

Alternatîfa sêyemîn jî, derdorên ku li hemberî van hemûyan derdikevin û demokrasiyê weke alternatîf dibînin e. Yekane alternatîfa her du bijarkên din ji holê rake, tevlîbûna hêzên demokrasiyê li her qada qanûndanînê ye. Weke alternatîfa sêyemîn divê em vê bêjin; eger wê şerekî navxweyî derkeve, pêvajoyeke darbeyê rû bide, em vê qebûl nakin, em ê li xwerêveberiya li Kurdistanê îro hatiye îlankirin vegerin. Em ê desthilatdariya xwe ava bikin. Pêwîste hemû hêzên demokrasiyê di pêvajoya hilbijartinê de vê nêzîkatiyê deynin pêşiya xwe. Hilbijartin gelekî girîng in, lê ya girîngtir birêxistinkirina jiyanê, kolanan e. Divê xebatên pêşî li xwerêveberiya gel vedikin, werin meşandin.