Yilmaz: Di 7'ê Hezîranê de ya em ê bibin alîgirê statukoyê yan jî yê azadiyê
Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz destnîşan kir ku AKP ji ber ji hêza gel a rêxistinbûyî ya HDP û HDK'ê afirandine ditirse, xwe li zîhniyetê Ergenekonê girtiye û dixwaze dîktatoriya xwe biparêze.
Serkan Demîrel
Bern / Anf
sêşem, 14 avrêlê 2015, 07:00
Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz destnîşan kir ku AKP ji ber ji hêza gel a rêxistinbûyî ya HDP û HDK'ê afirandine ditirse, xwe li zîhniyetê Ergenekon girtiye û dixwaze dîktatoriya xwe biparêze.
Hevserokê Partiya Rizgariya Ji nû ve ve ya Sosyalîst Tûncay Yilmaz, hilbijartinên parlamenteriyê yên 7'ê Hezîranê û rola HDP'ê ya di van hilbijartinan de ji ANF'ê re nirxand.
'DI HILBIJARTINÊ DE WÊ DU FERASETÊN STATUKOPARÊZ Û AZADÎPARÊZ LI BER XWE BIDIN'
Yilmaz diyar kir ku hem eniya serdestan hem jî eniya bindestan giranî dane ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û got, "AKP dixwaze bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re rejîma statukoparêz mayînde bike û vê yekê bi destûra bingehîn re ewle bike. Li hemberî vê yekê bindest û kedkar dixwazin dawî li feraseta rejîma statukoparêz a AKP dixwaze mayînde bike bînin, lewma girîngiyeke mezin didin hilbijartinên 7'ê Hezîranê." Yilmaz destnîan kir ku ev her du feraset naveroka herî girîng a hilbijartinên 7'ê Hezîranê ne.
Yilmaz bal kişand ser girîngiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku sedema hebûna HDP'ê ye û destnîşan kir ku armanca avabûna HDK'ê, derveyî hemû alternatîfên sermayeyê, vekirina sê eniyên serbixwe yên bindestan e. Yilmaz da xuyakirin ku hêza bi HDK'ê re derketiye holê mezin bûye û hêza kedkar û bindestan HDP derxistiye holê ku dikare di nava tabloya siyasî ya Tirkiyeyê de encamê bi dest bixe.
Yilmaz ragihand ku hilbijartin gelekî girîng in û destnîşan kir ku hebûna hin mirovan li Meclîsê ku polîtîkayên kedkar û karkeran biparêze, gelekî girîng e. Yilmaz got, "Lê ya herî girîng ew e ku hêzên di nava HDK'ê de cih digirin di nava jiyanê de hêz û meclîsên xwe yên rêxistinbûyî ava bikin."
Yilmaz ji bo lîsteya namzetan a HDP'ê de jî diyar kir ku namzetên hatine aşkerakirin, li sedema hebûnê ya HDK'ê tê û got, "Rengîniya namzetan, formula qezençkirina demokrasiyê bi hev re ye. Bi lîsteya namzetan re HDP di nava tabloya siyasî ya li Tirkiyeyê de bûye navenda kedkar û karkeran. Ji aliyê namzetên jin ên ku li cihê dikarin bên hilbijartin hatine nîşandan ve jî, HDP ji partiyên din gelekî cuda ye."
'YA KU DI NAVA GELAN DE ALTERNATÎFA AŞTIYANE BIAFIRÎNE HDP YE'
Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz ragihand ku ya li Tirkiyeyê alternatîfa aştiyê pêk bîne HDP û HDK ye û destnîşan kir ku yekane hêza dikare mesaja avakirina jiyaneke xweser û azad a aştiyane û demokratîk, ku Ocalan û KCK timî dubare dikin, HDP ye. Yilmaz bibîr xist ku AKP ne xwedî daxwazeke çareseriya pirsgirêka Kurd e û got, "Ji bo me muzakere tê wateya têkoşînê. Lewma gelê Kurd ev yek ji gelek aliyan ve bicih aniye. Bi HDK û HDP'ê re jî em bandora vê ya li Rojava dibînin." Yilmaz anî ziman uk di roja îro de bi awayekî vekirî tê dîtin ku yekane alternatîfa dikare çareseriyeke aştiyane pêk bîne HDP û HDK ye.
'YEKÎTIYA GELAN WÊ BENDÊ JI HOLÊ RAKE'
Yilmaz da zanîn ku benda hilbijartinê ya ji aliyê zîhniyeta faşîst a darbeya 12'ê Îlonê re ji bo pêşîgirtina şoreşger, bindest, kedkar û Kurdan hatiye danîn, bi HDP'ê re wê were hilweşandin û diyar kir ku mejiyê dervehiştina Kurdan, bindstan û kedkaran ji navgînên rêveberiyê, wê bi yekîtiya gelan ji holê rabe.Yilmaz ragihand ku ketina Meclîsê têrê nake, qezenca esîl wê bi têkoşîna li kolanan pêk were.
Yilmaz da xuyakirin ku bi HDP û HDK'ê re belavbûna sekna rêxistinbûyî ya gelê Kurd li bajarên rojava, AKP'ê dixe nava fikaran û got, "HDP li Artvîn, Rîze, Samsûn, Hatay, Edîrneyê bersivê dibîne û dînamîkên gel wên li wir dibêjin 'Em ê vî welatî bi bindestan re bi rêveberiya cewherî û meclîsên xwe re birêve bibin û pirsgirêkên xwe çareser bikin'. Ya ku AKP'ê dixe nava tirs û fikaran û ya ku wê AKP'ê qesl bike jî ev feraset e."
'ERDOGAN JI BO OTORÎTEYA XWE BIPARÊZE, PÊWÎSTÎ PÊ BIBÎNE WÊ XWÎNÊ JÎ BIRIJÎNE'
Yilmaz bal kişand ser nakokiyên di navbera Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê de û anî ziman ku ev rewş di nava hemû şexs û rêveberiyên otorîter de derketiye holê. Yilmaz da xuyakirin ku hemû sîstemên modela rêveberiyê radestî gel nekirine û xistine nava lepê şexs, her tim bi heman pirsgirêkê re rû bi rû mane. Yilmaz da zanîn ku heta Erdogan sîstema serokatiyê ava bike ev nakokî wê dewam bikin û got, "Ya wê ev nakokiyên navxweyî dewam bikin yan jî hewl bê dayîn hevsengî were avakirin. Lê belê ev rastiyeke; Erdogan ji bo sîstema serokatiyê ava bike, wê hemû lîstikan bilîze û eger pêwîstiyê pê bibîne wê xwînê birijîne. Hêza herî girîng a di nava AKP'ê de rê li ber nakokiyan vekir û Erdogan xist vê rewşê HDP, têkoşîna hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, bi berxwedana Gezî re belavbûna têkoşîna kolanan a Kurdan ber bi bajarê Rojava ve ye."
Yilmaz, ji bo her kes dengê xwe li Meclîsê bide bihîstin bang kir ku di 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê.