Yildiz: Ji cihê min hiştî ezê dewam bikim
Yildiz: Ji cihê min hiştî ezê dewam bikim
Yildiz: Ji cihê min hiştî ezê dewam bikim
Nûçegihanê ANF’ê Îsmaîl Yildiz ku piştî serbest hate berdan bi hinceta ku ji ber dozek din lêgerîna wî heye hate binçavkirin û derxistin dozgeriyê, piştî îfade girtinê serbest hate berdan. Yildiz diyar kir ku ji cihê wî hiştiye ewê dewam bike û wiha axivî: "Dibe ku em li derve bin, lê em xwe tam azad nabînin."
Operasyona ku 20’ê Cotmeha 2011’an di bin navê “KCK”’ê de li dijî rojnamevana hate pêkanîn û 33 jê girtî 46 rojnamevan li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê pêkhat, 7 rojnamevan hatibûn berdan. Ji rojnamevanên girtî 6 jê duh di demjimêrên şevê de ji Girtîgeha Sîlîvriyê hatin tahliye kirin, rojnamevan Îsmaîl Yildiz jî bi hinceta ku di çarçoveya dozek din ya li Edeneyê lêgerîna wî heye nehatibû tahliye kirin.
Roja Înê di demjimêrên dereng yên şevê de Yildiz ji aliyê polîsên Şaxa TEM ya girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê hate binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê ya li ser Rêya Vatanê hate girtin. Yildiz di demjimêrên sibehê de ji bo îfade girtinê anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Li vir Yildiz piştî îfadeyan serbest hate berdan.
Yildiz piştî serbest hate berdan vê daxuyaniyê da ANF'ê: "Ez gihiştim keça xwe û ji ber vê jî gellek keyfxweş im. Çiqas ji dilê min were ezê wê têr hêmbêz bikim. Lê belê hê parçeyên me yên dî girtî ne. Ji bo vê jî ne mimkun e ku em tam keyfxweş bibin. Ne tenê rojnamevan girtî ne, hê di zindanan de 10 hezar Kurd girtî ne. Heya ew dernevekin em nikarin qala edelatê bikin. Wê demê jî dê bibe edaleta dereng mayî."
Yıldiz diyar kir ku ewê dîsa di ANF'ê de bixebite û wiha axivî: "Ji cihê ku me hiştî emê dewam bikim. Min dixwest nûçeya xwe ya yekemîn li ser çalakiya Dayîkên Şemiyê çêbikim, lê belê îro dîsa hatim binçavkirin û ji bê vê xwesteka min pêk nehat."