Yildiz ê AKP’yî li Pirsûsê bi gefan dengan dide dayîn!

Namzetê parlementeriyê yê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku li Pirsûsê endamên HDP’ê dabû qetilkirin, tevî parêzvanên xwe yên çekdar li dibistanan geriya. Yildiz êrîşî HDP’yiyan kir û ji bo Erdogan dengên blok da.

Namzetê parlementeriyê yê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz yê ku li Pirsûsê Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar dabû qetilkirin, di roja hilbijartinê de jî êrîşkariya xwe didomîne. Yildiz tevî bi dehan parêzvanên xwe yên çekdar li Pirsûsê li dibistanan digere.

DEST DANÎ SER TELEFONÊN DESTAN, HDP’YÎ DERB KIR

Yildiz ê ku heta niha çû Dibistana Seretayî ya Ataturk û Cûmhûriyetê û Lîseya Anadolûyê ya GAP’ê dest danî ser telefonên hemû kesên li dibistanê.

Yildiz û parêzvanên wî peywirdarên li ser sindoqan da derxistin û endamên desteya sindoqê ya HDP’ê derb kir. Yildiz piştre çû ser sindoqan û ji bo namzetê serokkomariyê yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan dengê blok da.