Yildiz ê 65 salî hate girtin

Li navçeya Pulumurê ya Dêrsimê duh êvarî Velî Yildiz hatibû destgîrkirin. Yildiz bi îddîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin.

Li navçeya Pulumurê ya Dêrsimê duh êvarî Velî Yildiz (65) hatibû destgîrkirin. Hate diyarkirin ‘şahidên veşartî’ li ser wî îfade dane û Yildiz bi îddîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin.

Yildiz rêya parêzerên xwe peyamek şand.Di peyama Yildiz de ev tişt hate diyarkirin, “Em neviyên Xizir in. Bav û kalên me jî bûn qurbanên neheqiyê û di girtîgehên Xarpêtê de man. Em jî bûn qurbanên neheqiyê. Min tu xisar neda kesî. Min deriyê xwe ji her kesî re vekir, başî kir. Min da ser rêya baweriya xwe. Ez bûm qurbanê bêedaletiyê. Ji min re hate gotin bi hinceta min alîkarî daye rêxistinê, ez hatime girtin.”